Sibehên bêrîkirinê


Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

1.
Vê sibehê,
min pencereyên xemgîn ên dilê xwe
Li ber pêlên gulava te vekirin,
Min alên xwe yên rengîn radestî kurtepista silava te kirin,
Min dînbûn û dilbijîna xwe pêşkêşî çurisîna xunava lêvên te kirin,
Min Mem û Zînê, Ferhad û Şêrînê, ji behişta eşqê derkirin,
Û min hemî xewnên xwe di rûbarên gerdena te de werkirin.

2.
Vê sibehê
min li deryaçeyên çavên te dinêrî,
Min bi sedan xewnên kuştî li peravan didîtin,
Bi sedan mesiyên bêrîkirinê di girî de digevizîn,
Bi sedan alên azadiyê bi pêlan re li ba dibûn,
Bi sedan evîndaran nameyên xwe bi baskên balindeyan ve girêdidan,
Vê sibehê min dixwest ji te bipirsim: gelo ewrên porê te bi ku ve diçin?

3.
Vê sibehê,
xûşîna daristanên peyvê yên li ser lêvên te dibihîzim,
Lê tu xwe bêdeng dikî, tu dizanî ku ji zimanê bêdengiyê hez dikim,
roj baş..!
Çemên kêfê ji çavên te herikîn
bajarên bêrîkirina min di xwîna te de vêketin
tîrên awirvedana te jî di dilê min de lerizîn.!

4.
Vê sibehê,
min dixwest tiştekî ji te re bibêjim:
tiştekî bi qasî welatê min şêrîn
bi qasî azadiyê xweşik
bi qasî dilê dayika min germ
bi qasî xwîna şehîdan pîromz
Û bi qasî çavên te xemgîn
min dixwest ji te re bibêjim:
ji te hez dikim!

5.
Vê sibehê,
ewrên bendemanê bi ser daristanên bêrîkirinê de digirîn..
Çûkên dengê te di hêlînên dilê min de bîranînan vedikolin..
Destên min di nav destên te de dişewitin,
 stêrkên çavên te dirijin û di sînga min de dadiçikin
û kulîlkên kenê te jî di asoyên hevdîtinê de diçurisin!

6.
Vê sibehê,
gulên sor ên evîna te bi rondikên bêrîkirinê av didim..
Bi pey sirûda agirê te dikevim,
bi êşa sorgulên azadiya te dikevim welato!!
 Vê sibehê bi kurmanciya şêrîn û birîndar ji te re,
ji we re dibêjim:
Newroz baş hevalno!
Newroza te pîroz be welato!

London
30. 03. 2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…