Bi Hêvî Me Careke Din Şivan Û Gavan Strana Derwêşê Evdî Bibêjin

Konê Reş

Berî dor şeş heyvan, ji ber rewşa gelê Kurd a awarte li Binxetê, min di bin vê manşêtê de (Di 48 saliya serjmartina awarte de, Kurdên Sûriyê Ji Warên Xwe Koç Dikin), ev gotarê xwarê di medya Kurdî de belav kir. Îro, piştî guhertinên nû ji rex dewletê ve, wek ku hun tev zanin û piştî barana vê Nîsanê, bi hêvî me ku Feqîrî û hejarî welî bibin, mişext û koçberên metropolan li warê bav û kalên xwe vegerin.. Careke din gundên Beriya Mêrdînê ava bibin û kewên kozel li waran bixwînin.. Careke din ava çemê Xabûr û Ceqceq wek heyamê berê biherike.. Şivan û gavan strana Derwêşê Evdî Delalê Beriyê, di quntara Kewkebê Mila, Kepezê Kîka, Çiyayê kurmênc û deşta Sirûcê de bibêjin..
Qamişlo, 15.04-‏‏2011

Di 48 saliya serjmartina awarte de,
Kurdên Sûriyê Ji Warên Xwe Koç Dikin

   Kurdên Sûriyê (Cizîr, Efrîn û Kobanî), anko Kurdên Binxetê ji warê xwe koç dikin. Belê ji warên xwe koç dibin. Ji ber xizanî, feqîrî û hejariyê direvin û derbider dibin. Nexasin di van çend salên dawî de, piştî rûdanên 12 ê adara 2004 an û bi taybetî piştî ku dewletê fermana 49 an, di roja 10/09/ 2008 an de derxist. Ji wê hingê ve feqîrî û hejariyê konê xwe bi firehî di ser xelkên Cizîrê re vegirtiye û bi taybetî di ser Kurdan re.. Ta radeyekê ku pêkanîna gepa nanê rojane bûye problemeke mezin ji piraniya xelkê re..

   Vêca xelkên Cizîrê ji neçarî, bajar û gundên xwe bê plan li şûn xwe dihêlin û koçber dibin.. Berê xwe didin bajar û metropolên wek Şam, Heleb, Beyrût, Emman.. Li wan bi cih dibin.. jixwe yê ku zîrek û jêhatî be, ji xwe re dibêje; ya ji texte û ya ji bexte, milk û malê xwe difroşe, xwe li mirinê diqelibîne da ku xwe bi ewrûpa ve bigihîne.. Di encam de, ji koka xwe bi dûr dikevin.. Ji jiyana xwe a xweristî vediqetin.. Ji ziman û kultura xwe a netewî qut dibin.. Sax ji warên xwe derdikevin, mirî li şûnewaran vedigerin.. Di navbera Xelîl û Celîl de jiyana xwe derbas dikin..

  Ji rexekî din ve, gundên wan yên ava li rastê dimînin.. Dibin xirbe.. Bîrên ava wan dixitimin.. Bilbil ji şûnewarên wan bar dikin, kund li wan dixwînin.. Çûkên Beytik ji wan dixeyidin.. Kewên Gozel ji şûnewarên wan bar dikin.. Û êdî nema şivan û gavan li dor gundên wan têne dîtin.. Nema kes dengê reyandin û kewtikewta segan dibihîse.. Mişk, tûpişk û mar di nav kavlên gundên wan de henekan dikin..!

   Jixwe xezeba Xwedê a herî mezin eve, ku ji berî çend salan ve baran nebarndiye.. Çemê Xabûr miçiqîye û çemê Ceqceq çikya ye.. û di encam de zevî hişk mane.. Her wiha hin bi hin çolistan berê xwe fireh dike..

Tu dibêjî qey dinya li serê Kurdên sûriyê xera bûye..! Qey fermana wan rabûye.. Erê ferman..!

   Û wiha kesayetiya mirovên kurd yên ku li Cizîrê, Efrînê û Kobanî mayîn û yên jê derketî tê derizandin, şikestin û guhertin.. Di vê rewşê de zane bûne nezan, nezan bûne zane.. Hest û raman tevlî hev bûye.. Bawerî birîndar e û nalenala wê ye.. Belê, Kurdên Binxetê ji warê xwe koç dikin.. Xwendevano! De were çareyekê ji vê kêşeyê re bibîne?!

Gelo em berê xwe bidin kû û kê?!

Hema heta vir bes e û ez bi xêr û hûn bi selametî.

Qamişlo  05/10/ 2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…