Cejne şehîdê 12 `ê Avdarê


Mihemed ebdê
Mirwan94@hotmail.com

Adarê tû hatî bi dilekî birîn
Çendî sa li ser şehîdan bihurîn
Buharin me bi gorna wan xemilîn
Sitêr ji ezmanan weşîyan û vemirîn
Çûk û bilbil li ser hêlînan  firîn
12` ê avdarê dîse derbûn birîn
Dayik li ser şehîdan  dîse girîn
Roja serhildanê hêsir ji bo we dibarîn

 

Gelek helbest ji bo şehîdan me gotine
Qelen ji xwîna wan re bi cerek tine
Xwîna di laşê me de tev miştine
Qelenê xwîna  şehîdan  yekîtî û hevgirtine
Laşekî bê can li jiyenê em hiştine
Hêvî û raman di dilê me de tev kuştine
Mûmin aştîyê bi xwîne xwe wan vêxistine
Va ye kulîlkê buharê li ser gorna wan şîn hatine

 

12`ê avdarê cejna şehîdên  serhildanê
Amed û Hewlêr û Mehabad pê dizanê
Şehîd namirin dimînin tim li jiyanê
Navê şehîdan  pîroze hetîye di nav Qur””anê
Bi erzanî neyê firotin xwîn, kurdo tû di zanê
Daxwaziya şehîdan aştî belabê li jiyenê
Bigirin destên hev bera şehîd di gornêde şebê
Hingî wê şehîd ji gornê ji kêfe rebê

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…