TÊBÎNÎ

Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta ” kar ” ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya ” Zimanê Dayikê ” (21)ê Reşemehê – em ê çend  xelekên peyapey derbarî babeta ” kar ” belav bikin .
Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin .
Ji nuha ve spas ….!

Deham Ebdulfettah – Amûdê – mail – debdulfettah@gmail.com

……………………………………………………………….
Xekeka (1)ê
KAR
Danasîn :
Kar bêjeyeke guhêrbar e ( tê guhertin ) , serbixwe û watedar e , rûdanekê yan bizavekê di demeke destnîşankirî de berçav dike .
Wek : – Zîn çûye zanîngehê
– Şêrko nameyê dinivîse
– Ez ê vê pirtûkê bidim te .
Diyar e , ku her bêjeyeke binxêzkirî, di van mînakên jorîn de bûyerekê yan bizavekê di demeke nîşankirî de bi xwe ve digire :
– Zîn çûye…..( bizava çûnê di dema borî de )
– Şêrko dinivîse ( bûyera nivîsînê di dema nuha de)
– Ez ê bidim ( bûyerê danê di dema paşê de ) .
Dêmek , Kar ew bêje ye , ya ku têgeha rûdan û demê , bi hev re dide .
Bi vê danasînê , jêderên ( raderên ) Karan , wek ( çûn , hatin , xwendin , nivîsîn… ) ne kar in , çiku bûyer di wan de heye , lê dem nehatiye nîşankirin . Bo vê egerê jî , jêder li ser navan hatine jimartin û nebûne Kar . Lê jêderên Karan in , anku Kar ji wan der tên .
– Çima ( Kar ) û Ne ( Lêker ) ?!
Beranberî gotina ( verb*([1]) – الفعل ) gelek navlêkirin di zimanê Kurdî de hatine xebitandin . Her şarezayekî zimên , li gora dîtina xwe , navek li şûna zaraveyê([2]) ( verb ) bikar aniye :
– Dr . Qenatê Kurdo û Tewfîq Wehbî : ( Fêl – Fi””il ) ( فعل ) .
– Reşîdê Kurd : ( Pîşk ) .
– Cigerxwîn : ( kirin ) .
– Celadet Bedirxan , Kamîran Bedirxan , Feqe Huseyn Sagniç û hinin dîtir jî : ( Lêker ) .
– Mihemedî Xal û Şêx Mihemedî Merdox û hinin dîtir 🙁 kirdar ).
– Nûrî E””lî Emîn û Ebdurehman Hacî Ma””rûf : ( ferman ) .
– Sadiq Behadînê Amêdî : ( Kar , Kirin ) .
Helbet van zimanzanên binavkirî , ew navlêkirinên me li jor diyar kirine di pirtûkên xwe de xebitandine .
Em dizanin ku dema navek li kesekî yan tiştekî dibe , mebest ji wê navlêkirinê ew e ku ew kes yan jî ew tişt bi wî navî ji nav celebên xwe bê nasîn . Lê ku gelek nav li yek kesî yan yek tiştî bibin , bêguman ew kes û ew tişt bê nav dimînin . Boyî vê egerê jî , pêdivî ye ku ev kêşeya zaraveyan ( têrman ) di hemû babet û mijarên ziman û rêzimana Kurdî de çareser bibe .
 Li Kurdistana başûr gotina ( kar ) bo ( verb ) hatiye pejirandin û bi şêweyekî fermî bikar tê . Lê di nav Kurdên bakur û rojava de gotina ( lêker ) ( li ser şopa Celadet Bedirxan ) tê xebitandin .
Bi baweriya min gotina ( lêker ) cihê ( verb ) nagire . Wisan jî pirraniya wan navlêkirinên destnîşankirî.
Beriya ku em bikevin gêra mijara xwe divê ez bibêjim , ku min jî gotina ( kar ) pejirandiye û ez ê wê di vê nivîsarê de bixebitînim ([3]) .
Li gora ku hayê min jê heye , nivîserê herî pêşîn , yê ku gotina ( lêker ) bi wateya ( verb ) xebitandiye Celadet Bedirxan e . Celadet ev gotin di govara ( HAWAR )ê de ( 1932 – 1943 ) bikar aniye . Wisan jî , weku zarave ( têrm ) di pirtûka xwe ya rêzimanî de ( Bingehên Gramêra Kurdmancî ) ew xebitandiye . Li ser şopa Celadet jî pirraniya şarezayên zimanê Kurdî li bakur û rojavayê Kurdistanê ( ji bilî Reşîdê Kurd û Cegerxwîn ) di pirtûkên xwe de gotina ( lêker ) bikar aniye .
Dibe ku mirovek bipirse : Di nivîsarên xwe yên pêşîn de te bêjeya ( lêker ) bikar aniye , lê van salên dawî te baweriya xwe guhertiye û tu ( kar ) li şûna ( lêker )ê dixebitînî , gelo ev guhertin li ser çi bingehê pêk hatiye ?!
Bi dîtina min , navlêkirina ( lêker ) cihê gotina ( verb – الفعل ) nagire . Li gora pîvan û rêpîvana dariştina zimanê Kurdî ( lêker ) raweya navê kara ye ( اسم الفاعل ) , ne ku kar bixwe ye . Anku ( lêker ) ew kesê ku lêdike , ne lêkirin e .
Wekî ku em bibêjin , navê kara ji van karên jêrîn , bi van raweyan tê :
Ji ( kuştin )ê : Yê ku dikuje , ( kujer ) e
Ji ( nivîsîn )ê : Yê ku dinivîse , ( nivîser ) e
Ji ( xwendin )ê : Yê ku dixwîne , ( xwîner ) e .
Lê ka çawa raweya navê kara ji karan tê dariştin ?! Çawa ( lêker ) ji ( lêkirin ) bûye navê kara ?! Bi gelemperî , raweya navê kara ( اسم الفاعل ) ji binyata dema nuha ( reg ) , ya karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) saz dibe .
Anku : Binyata nuha + er = navê kara .
Binyat ( reg ) :
Binyata Kar ew kurtebêjeya resen e , ya ku Kar raweya xwe ya watedar , pê û li ser wê ava dike . Anku , ew beşê neguhêrbar e , yê ku di veguheztin û guhertina raweya karan de , weku bingehekê (bê guhertin) ji karan dimîne .
Çi karê di zimanê Kurdî de heye du binyat jê re hene :
– Binyata dema borî .
– Binyata dema nuha .
A – Binyata Borî ew binyat e , ya ku di dema borî de destnîşan dibe . Ev binyat bi veguhestina karan digel  kesê dûwem ê yekjimar ( ew , wî , wê ) tê wergirtin .
Anku , bi avêtina nîşandeka jêderî , ji jêderên karan .
 Wek :
 Jêder          dema borî                       binyat
– Bûn         ew bû                     bû …
– Hatin       ew hat                      hat….
– Xwendin   wî xwend             xwend..
– Kenîn/ keniyan ew kenî/keniya  kenî / keniya..
– Danasîn     wê danasî            danasî..
B – Binyata Nuha jî , ew binyat e , ya ku ji karan di dema nuha de tê wergirtin . Ev binyat ji karên dema nuha bi avêtina pêşgira dema nuha ( di ) û paşkokên kesanî ( im , î , e , in ) .
Wek :
Jêder          Dema Nuha          Binyat
– Bûn          ( ez ) dibim           …b….
– Çûn          ( tu ) diçî               …ç…..
– Nivîsîn      ( ew ) dinivîse       …nivîs…
– Kolan       ( em ) dikolin        … kol….
Eger kar dariştî be yan lêkdayî be , dîsan binyata nuha ji karê nuha bi avêtina nîşandeka ( di ) û paşkokan tê .
Wek :
Jêder           nuha                    Binyat
– Rabûn       ( ez ) radibim        ra…b…( rab )
– Lêçûn        ( tu ) lêdiçî            lê…ç…( lêç )
– Daweşandin ( ew )dadweşîne  da…weşîn (daweşîn)
– Vekolan    ( hûn ) vedikolin  ve…kol..( vekol )
Navê Kara :
Berî nuha jî me gotibû , navê kara ji binyata karên derhingêv ( têper ) û paşgira ( er ) pêk tê ([4]) . Lê divê ew binyat , ya dema nuha be , ne ya borî be . Li vê gorê navên kara ji van karên jêrîn bi vî şêweyî pêk tên :
– Hilkişandin : Hilkişîn + er = hilkişîner ( yê ku tiştekî hildikşîne )
– Jêkirin :   Jêk + er = jêker ( yê ku tiştekî jêdike )
– Raxistin : Rax + er = raxer ( yê ku tiştekî radixe )
– Lêkirin :   Lêk + er = lêker ( yê ku tiştekî lêdike )
– Vekuştin([5]) : Vekuj + er = vekujer ( yê ku tiştekî serjêdike ).
( Lêkirin ) karekî lêkdayî ( hevbend ) e ji :
– Pêrbesta ( li ) + Cînavê kesîn ( wî , wê ) + kirin ) pêk hatiye . Anku : Li + wî / wê = ( lê ) + kirin = lêkirin .
Navên kara ji karên lêkdayî jî , weku karên xwerû û dariştî pêk tên , nemaze yên ku bi karê ( kirin )ê re saz dibin .
Wek :
– Sorkirin : Sork ( Sork + er ) = Sorker .
– Zînê hêkan sor dike ( ew Sorkera hêkan e )
– Rastkirin : Rastk ( rastk + er ) = rastker
– Tu şaşiyan rast dikî ( tu rastker î)
– Û ( karker , xebatker , zîvker … )
Wilo jî :
– Ji ( çêkirin )ê ———– çêker
– Ji ( jêkirin )ê ———— jêker
– Ji ( pêkirin )ê ———— pêker
…Û ji ( lêkirin )ê ——— lêker
Berçav e , ku li gora vê pîvanê bêjeya ( lêker ) bi wateya ( verb – الفعل) nayê , lê wateya navê kara ( yê ku karê lêkirinê dike ) bi xwe ve digire .
Ji ber vê yekê jî , min gotina ( kar ) li şûna ( lêker ) bikar aniye .

 

[1]- Verb : Ingilîzî ye, anku (الفعل).

 

[2] – Zarave : Navlêkirin ( têrm ).

 

[3] – Beriya vê nivîsarê jî min zaraveya ( kar ) di her dû pirtûkên xwe de ( Nav , Cînav … ) bikar aniye .

 

[4] –  Binyata nuha : ne ji hemû karên derhingêv bi wî şêweyê li jor der tê . Em ê vê mijarê paşê , di cih û dema wê de rave bikin .

 

[5] – Li Herêma Behdînan , Vekuştin Serjêkirin e ( serbirrîn e ).

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…