Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Destên te, li çolistana dilê min, pêşwaziya sirûdên tozê û pêşwaziya kajên goristanên nenas û pêşwaziya sîberên ji hesin ên birînan dikirin.
Hespên te yên birîndar, kolan bi kolan, govend bi govend, çîrok bi çîrok, di neynikên qederê de dibeziyan û di şewatên nêrgizan de wenda dibûn.
Tu ji dergûşa xwe ber bi xilwetgeha min ve direvî,
Tu genimên xwe ji bîr dikî, tu ji xwîna min dadikevî,
Tu afsaneya bîra xwe dagîr dikî, di bîra min de dilivî,
Tu nexşeyên evînê vediçirînî, di xewrevînê de radikevî,
Tu bahozan dilorînî,
Stêr û stiriyan,
Sosret û keziyan,
Darbest û miriyan di reşgirêdana xwe de dicivînî..
Tu genimên xwe ji bîr dikî, tu ji xwîna min dadikevî,
Tu afsaneya bîra xwe dagîr dikî, di bîra min de dilivî,
Tu nexşeyên evînê vediçirînî, di xewrevînê de radikevî,
Tu bahozan dilorînî,
Stêr û stiriyan,
Sosret û keziyan,
Darbest û miriyan di reşgirêdana xwe de dicivînî..
Destên xwe radestî dilovaniya destên helbestê bike, dilbijînên xwe bi hîveronê bişewitîne, şevistanê ji ser sînga xwe kevirînî bavêje, li ewrên xwe yên çavbirçî mikur were, xwe ji sînorên xwe yên sawîrane rizgar bike, guliyên narincî yên xewna xwe vehûne, çirayên destên xwe yên ji bîranînên elindê vêxîne, hinsên xwe yên ji bendemanê bi çurisînê bixemilîne, şehîdên xwe bi guleyên gulavê bipesinîne, keskesora xwe bi dînbûna rengan biparêze, morîkên xwe di şînê tarî de veşêre, demsalên xwe li bajaran bi dadmendî belav bike, dûrî şîniya xwe bikeve, dergehên xwîna xwe asê bike û bi tîrêjên çavên xwe yên tolhilgir bagerê rawestîne, zengilên şînê ji destên xwe bi ser dilê min de bavêje, ji welatan re bibêje: Ez welatê pêxemberên yekemîn im!
Destên min baran in, goristan in, gulgenim û xunav û perwan in
Destên min giriyan in, biyaban in, gazin û asîtank û karwan in
Destên min pasvan in, dengvedan in, şevnem û nîçîra xwedan in
Destên min giriyan in, biyaban in, gazin û asîtank û karwan in
Destên min pasvan in, dengvedan in, şevnem û nîçîra xwedan in
Destên min wek balindeyan ber bi we ve dihatin, min sal û demsalên we bi zimanê taristanê dihejmartin, dilê şevê di sînga min de dijeniya, rêberên xewnê bêgav diman, di sêdaran de zemawendên min li ba dibûn, min tilîliyên xwe bi bend û ayetan dorpêç dikirin, min lorîkên xwe, payizokên xwe, lavij û xoşxwanên xwe li ser lêvên komegoran ji bîr dikirin. Min pêçiyên Qamişloka dîn bi xwînê hine dikirin û min gulistanên evîna xwe, li pey xwe, ji pinpinîkên şewatê re dihiştin.
Destên min mizgîniya avdarê bûn,
Destên min bînvedana gulhinarê bûn,
Destên min arama giranbarê bûn,
Destên min kîmya û sira dildarê bûn,
Destên min tavsorka porê buharê bûn,
Destên min kurtepista êş û azarê bûn.
Destên min bînvedana gulhinarê bûn,
Destên min arama giranbarê bûn,
Destên min kîmya û sira dildarê bûn,
Destên min tavsorka porê buharê bûn,
Destên min kurtepista êş û azarê bûn.
London
10. 04. 2011