Danasîna Du Pirtûkên Helbestvan Kamîran Simo

Konê Reş
   Piştî pênc heyvan ji gihandina van herdu pirtûkên helbestvan Kamîran Simo, bajarê Amûdê, ji nû gihane destê min..! Camêr ev her du pirtûkên xwe bi diyarî bo min ji Stokholmê şandibûn Qamişlo. Yek ji wan bi navê (Helbest Çi Ye?). Ev pirtûk ji deh beşan pêk hatiye û her beşek çend babetên têvel bi xwe ve girêdide.. Anku pirtûkek Lêkolînekî û berfireh e. Helbestvan Kamîran Simo di vê pirtukê de li dor danasîna helbestê, hûr û kûr, bîr û baweriên xwe di helbestê de anîne ziman. Pirtuka Helbest Çi Ye? Çapa yekemîn di sala 2009 an de li Stokholmê hatiye çap kirin, ji 149 rûpelan pêk hatiye, çapa wê bedewe.
   A din bi navê (Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne?). Ev jî dîwanek ji helbestên wî yên nû ye. Ev dîwan şêst helbestên nûjen di nav rupelên xwe de kom dike, ew jî di sala 2009 an de li Stokholmê hatiye çap kirin û ji 116 rupelan pêk hatiye.

Helbestvan Kamîran Simo di vê dîwanê de jî his û hestê xwe, bi rengekî azad, bêsansor û bi zelalî avêtiye ser kaxetê.. û jibîr nekiriye ku cih û warê xwe, zaroktiya xwe di nav re bibîr bîne.. Wî ji çiyayê Bagokê, qelaçê Dasika, gundê Hedilê destpê kiriye. Ev gundê ku ji bakur ve çiya û gelî ye, ji başûr ve deştek fireh e û paytexta eşîra Omerka ye, bi serokatiya mala Simo. Dibêjin ev eşîr li ber dilê mîr Bedirxan ezîz bû.. Tevî ku helbestvan Kamîran Simo ji dor 30 salî ve li dervî welat, li Swêd jiyana xwe derbas dike û ji bo azadiya gel û welatê xwe li her çar perçeyên Kurdistanê tekoşîn kiriye, lê her ew maye dîl û rebenê çiyayê Bagokê. Çendî hewil daye ku kirasê gundê xwe Hedilê û gundên derdorê jibîr biket, pêre derneketiye.. Wek ku ji min ve xuya dike, tevî ku li Swêde, lê ew bi giyanê xwe li tora Hevêrka ye. Ji ber vê yekê jî, piraniya helbestên wî yên bi keser û kovan di cewherê xwe de, li dor azadiya welatê wî, bîranînên wî, xerîbiya wî û şûnewarên wî yên zaroktiyê vedigerin, tev li cem wî bûne yek û ew ji bo yek dozê dike hawar û distirê..

Di helbesta Serdarî ji dîwana (Kîjan Kulîlk Çavên Te Ne?)de wiha dibêje:

Ez çêbûm û bûme serwerê kovankêşan..

Bayê deştê, şevê ji payîzê re amade dike

Rengê şadiyê ji zû ve winda bûye

Ji ber cavên min,

Bi xatirê te paytexta evînê

Bimîne di xweşiyê de

Bajarê girî

Bûka salê

Bihara pêşî

Ez bûme serwerê

Kovankêşan..

Di roja 07.09.2011de jî min ev helbesta wî ya nû bi navê (Hatime jibîrkirin), di malpera PENa Kurd de xwend, eve perçeyek jê:

wênê wan

xwe di hişê min de veşartiye

gulên êşê

baxçê dilê min xemilandin e

xunava mijgulên min

mizgîniya derengmayî ye

birîna azadiyê

di pencera bîranînan de efnik girtiye

ne serdikevê û ne têkdiçê

ne diçê û ne jî tê

ne laleyên piyên min dişikin

û ne jî di vê şermê de dimirim

strana reşgirî para min e

min bi min didê kuştin

bi kujerê xwe re ketime pêşbirkê

li nav jîn û mirinê..

Ji dil spasiya helbestvan Kamîran Simo dikin ku wî karîbû du berhemên din; yek helbest û yek taybet bi danasîna helbestê li pirtûkxaneya kurdî zêde bike û dilê evîndarên peyva Kurdî şad û geş bike.

Konê Reş

Qamişlo, 19.09.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…