Ji Şansê kurdaye perçebûn û rikberî

AHMAD QASIM

  Berî girêdana kongira neteweya kurdî li qamişlo, gelek deng bilind bûn, di şêweya rexnekarîda, ku amedekarîya dibê ji bo girêdana kongirê ne dirustî nîşan didê, û gelek gilî û gazin ji komîta amadekar dibin li ser şêweya destnîşankirinên nûnerên serbixwe li yacîkî, û li yacîyê din, bi dûrxistina çend partîyan, û di pêşîda PYDê, ku îro roj partîya yekemîne di rojavayê kurdistanêda.
     Lê mixabin, ding neçû komîta amadekar, ku ew komîtejî ji nûnerên deh partîyan hatibû nîşandan, ewanajî li gor ecîndayên partîyên xwe pêwistîyên kongirê amade dikirin, û tevayî rexneyan di ser serên xwera avêtin, herweha kongir li gor xwe bi rêva birin. Bi ragihandina nûçeya kongirêra, dengên ne qayîlbûnê bilind bûn, û nave kongirê( kongira deh partîyan) lê kirin, û gûman birin ser nûneretîya kongirê ji xelkê kurdra, ji ber piranî hêzên çalakvan û sazî li dervayî kongir man bi şêwakî(kutûbir)
     Li hember vê bûyerê, tevayî xelkê kurd helwêsta nerazîyê nîşan da, di nav wanda kesên ji nav wan deh partîyanjî didîtin ku ew encûmena niştîmanî ku kongirê encamp dayî bi hale hazir kêmrewaye, pêwiste pêvajoya yekbûnê ranewestê, û dîsa diyalog bi wan sazî û partîyên li dervayî ENKê ra vebê, da ku çareserî ji yekbûna tevayîra bibînin. Hest bi giringîya vê şopandinê ENK li xwe vegerî û komiteyek nîşan da bona dîyalog û guftogoyê bi wan hêzanra, lê heta kîjan astê ew diyalog bi rêva çû, em nizanin, tenê ewe, ku carekê me bihîst pênc partî û çend hevrêz, li gel hindek nûnerên serbixwe civînek li darxistibûn, û ji encama wê civînê ( yeketiya hêzên demuqrata kurdî) derdikevê wekî hêza sêyemîn li dû ENK û PYD ra. Bi rastî tirsa min ji vê yekê gelekî hebû, û ev metirsiya min li gelek şûnan û di çend gotaranda anîbû ziman, lê mixabin xûyaye tim û tim çanda perçebûnê di nav me kurdan da bi ser dikevê.
     A niha, em li hember bûyerekêne, xwe li ser zemîna sîyasî girtîye, em razîbin yan na, ev rewş hatîye meydanê, ji me tê xwestin careke din çareserîya yeketîya hêzin kurd di çarçêweyeke kurdayetîda li beramberî oposisyona sûrî bi herdû baskanva( desteya hevrêza niştîmanî û encûmena niştîmanîya sûrî), da ku bi yek rêz û bi yek hêz kurd bi erkên xwe rabin, û li dervayî qonaxa dîrokî nemînin, belam ji wê zêdetir destekarê guhertinên dîrokîbin bo bidestxistina mafên xweyî netewî, û birêvabirina qonaxa guhertina sûrî di riya şoreşa azadîra bi şêwayekî aştîyane…
     Di bawerîya minda, eger yeketî erkê mebê di vê qonaxêda, dibê em li çembereke nuh bigerin, di rengê hevrêz yanjî enîyekî netewî, yanjî tiştekî dinbê merov lihev dike bo rengê yeketî û hevkarî, yanjî hevbendî, saz bikin, û bi zûtrîn roj, li benda tiştên bê sûd ranewestin, bawer dikim hînjî bergeh li pêş me maye eger em dilxwazê yeketîyêbin.
  Nivîskar û siyasetmedarekî kurdê sûrîya

  23/12/2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…