Kurd1, Şivan Perwer û kampanyaya ji bo xwendina bi kurdî

Sîrwan H. Berko – Berlîn

Ji dema ku Kurd1ê (kanala televizyonê ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê) dest bi weşana xwe kiriye, ew weşana xwe tenê bi zimanê kurdî dike û di belavkirina vî zimanî de di nav Kurdan de gavine giring avêtine. Çendîn Kurd1 pêşî weke kanalake ji bo weşana bi Kurmancî hatibû vekirin, lê di mehên dawî de her ku diçe weşana bernameyên bi Soranî jî bêtir dibin. Ev yek ji aliyekî ve ji ber sedemine aborî pêk tê, çimkî bernameyên bi Soranî li Kurdistana Iraqê tên çêkirin û bi vî awayî mesrefa wan kêmtir e.
 Ji aliyekî din ve – ji ber ku çavkaniya bingehîn a diravî ya Kurd1ê li Kurdistana Iraqê ye – wilo diyar e ku zêdekirina bernameyên bi Soranî biryareke siyasî ye ku desthilatdarên li Hewlêr û Silêmaniyê li ser Kurd1ê hatiye ferzkirin. Dîsa jî: Li gor naveroka xwe Kurd1 bi imkanên xwe yên kêm – eger mirov wê bi kanalên li Kurdistana Iraqê û Roj tv bide ber hev – dikarî di demeke kurt de ji xwe re di nav Kurdên kurmancîaxêv de ciyekî berbiçav çêke.

Mehekê piştî ku su sala 2011ê dest pê kir, kanala televizyonê ya kurdî Kurd1ê bangeke berpirsyarê xwe yê hunerî Şivan Perwer diweşîne (biner: http://www.youtube.com/kurd1), tê de radigihîne ku sala 2011ê sala xwendina bi zimanê kurdî ye. Gavek e baş e ji Kurd1ê ku zimanê kurdî bi Kurdan şêrîn bike. Lê piştî vê bangê çi tê? Ta niha ne diyar e bê Kurd1 dixwaze bi ragihandina sala 2011ê wek sala xwendina bi zimanê kurdî bigihê çi armancê. Ewê ji bo vê armancê çi bike? Ev ragihandina bi deng û wêneyê Şivan Perwer gelek pirsan bi xwe re tîne ku ta niha bersivên wan ne eşkere ne.

Dema mirov dest bi kampanyayekê dike, mirov bi bernameyeke ji çalakiyan gewdekî dide kampanyaya xwe. Lê Kurd1 ev yek ta niha nekiriye. Di banga xwe de Şivan Perwer berê xwe dide Kurdan û dibêje: “Were, em xwe ji bo bicîanîna vê daxwazê bikin yek û mafê xwendina bi zimanê kurdî bi hikûmetan bidin qebûlkirin û ji wan bistînin! Werin em vê xewna xwe di nav vê salê de bikin rastî, vê dozê bi ser xin!”. Gelo wê Şivan Perwer û Kurd1 van daxwazan çawa bi cî bînin? Gelo ev tê wê wateyê ku Kurd1 wê li wan dewletên ku Kurd lê niştecî ne û ji mafê xwendina kurdî bêpar in, dest bi kampanyayeke siyasî ji bo xwendina bi zimanê kurdî bike? Ev pirs û gelek pirsên din bê bersiv mane.

Pêwîstiya Kurdan bi bangên siyasî yên bê naverok tune, Kurd ji van bang û şîretan têr bûne. Di vê demê de tenê kesên ku pişta wan li dîwêr e û nema dizanin çi bikin, dest bi bangan dikin. Li şûna ku mirov bangan bike, divê mirov ji bo armancên xwe bixebite û bihêle ku xebat biaxive. Hebûna Kurd1 yek ji van xebatan e, ew bi xwe kampanyayek e ji bo zimanê kurdî. Eger Kurd1 weşana xwe xurtir û dewlemendtir bike, bêtir bernameyên bi Kurmancî – Soranî gihaye mafê xwe – çêke û bihêle ku bêtir kes li bernameyên wê temaşe bike, ev e ya ku wê bihêle ku zimanê kurdî di nav Kurdan de bi pêş keve û astengên li ber pêşketina vî zimanê tune bike.

Û ji bo Şivan Perwer: Dema ku ew weşana malpera fonda xwe (biner: http://www.sp-f.org/) bike bi zimanê kurdî û ew beşekî ji alîkariya mezin ku wî ji gelek deveran ji bo fonda xwe stendiye, ji bo projeyên ji bo pêşxistina zimanê kurdî tirxan bike, hingî mirov wê jê bawer bike ku ew bi rastî xemxwarê zimanê kurdî ye.

Berlîn, 30ê çileya paşîna 2011ê

e-mail: sirwan@amude.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…