Derew û rastî.. Kurte çîrok

Narîn Omer

Di rojeke nasîn û ne nas de , Ne ewr bû, û ne sahî bû, ne sar bû, ne germ bû. Ewr û sitêrk bi hevdû  mijûl bûn, û Zemîn û Asîman bi hev re di axivîn, û demsalan heyv û meh li hev belav dikirin

Derew û rastî pêşber hevdû rûniştin, û bi hev re dan u sitandin Her yek ji wan dest bi pesnê xwe dide.
Derewê got e rastiyê:
Leşkerên min ji yên te pirtirin, û xwediyên min li hawîrdoreyên dinê belavbûne, û bi serê min sûnd dixwin, û bi çavên min meyze dikin.
Rastiyê bi xeyd gotiyê:
Derewa reben, hema bese navê te derewe,û çiqas ev nav li bejna te tê.
Bê xwedîkê, warê  kû ez têde amade dibim, cihê te lê nîne, çiko ez taca serê civata me, Ez sûnda civaka me, û hêlîna mişixt û penabera me, lê tu leylanî û hemî canîweran dixapînî.
Derw kenî û bersiv da:
Ma te meteloka mirovan ne bihîstiye:
((Heta rastî gera virê cihê xwe girt)). û ((Gotina xweş xweş e heta kû vir jî be)).
Rastiyê birhên xwe qurmiçandin û diranên xwe li virê tûj kirin û gotiyê:
dibêjin: ((Rastî tale, lê dîsa dimîne rastî)) û dibêjin:
((Werîsê vira kine)) û ((Warê vira şîn nade)).
Derewê dîsa bi ken bersiv da:
Hema were ez û te emê ezmûnekê ji mirovan re çêkin da em bizanin kê ji me zengîn e û kî hejar e?
Rastî bi lez çû û çend nûçeyên rast û dirust belav kirin, lê ji bilî çend kesan lê nebûn xwedî. Dema derewê nûçeyên xwe weşandin, di nav bera şev û rojekê de belav bûn, û gelek kes ji wan re bûn xwedî û mirov, bi dehan gotgotok û çîrok afirandin û pêşerojê de belkî ew bibin dastan û efsane.
Derew li rastiyê nerî û bero wê hat, bi xemgînî destê xwe bi sere wêde anî û wisa axivî:
Ji min ne xeyîde, heta kû ez nebama jî wê mirovan wateyek dî li himber te efirandibana, ji ber kû ew wisa têgehitine reng û tama jiyanê.
Peyv bi wateyên xwe ve di qirika rastiyê de sekinîn û ew bê deng kirin, lewra rahêjte pênûsa xwe û nivîsand:
Rastiyê rojekê kirasê nenasiyê li xwe kir, û di  kûraniya maweyan de noq bû, xwest li warê xwe vegere, mixabin wê bi dehên kirasa dîtin kû wan di nav hinavên xwe de rastiyek nenas veşartiye.
Paşre nivîsand:
Nasnameya min! Ez ji te xeyîdî me çimkî te ez di nav gola derewan de afirandim.
Navê min derewe, Dîroka min derewe, Her wiha rastiya min jî derewe.
Gelo rastiya min kanî û kûve çûye???

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...