Encamên pêşbirka kurteçîroka kurdî

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêşbirka kurteçîroka kurdî.Di ahengê de, lîsteyeke kurt ji sêzdeh çîroknivîsên kurd yên ji deverên cuda cuda yên Kurdistanê hate ragihandin, û di nav de sê serkeftiyên pêşîn ku bi xelatên darayî hatin xelatkirin: serkeftiyê yekem Salih Demîcer li ser kurteçîroka xwe (Berxa Kovî), yê duyem Raman Hesê li ser kurteçîroka xwe (Sêdara Spîndarê) û ya sêyem: Mîdiya Berkat li ser kurteçîroka xwe (Maça Dawiyê).

Her deh serkeftiyên din li pey hev hatin: Vejîna Kurd bi kurteçîroka Soz, Merwa Brim bi kurteçîroka MARÎ SÎLÊST, Zehra Ehmed bi kurteçîroka Payiza Bîranînan, Şemis Enter bi kurteçîroka Qewartina dilekî, Osmanê Ehmed bi kurteçîroka Bagera Şeytan, Mihemed Emîn Sadûn bi kurteçîroka Bazirganê Kayê, Ebdirihman Ebdo bi kurteçîroka Hêviyên şewitî, Raperîn Hesen Gulkewî bi Kurteçîroka Ji Ronahiyê Leztir, Bêhzad Qadirî bi kurteçîroka Şeqam û Fehîma îbrahîm bi kurteçîroka Pêlên Mirinê.

Deqên nivîsînê yên hatîn di lîsteya kurt de wisa nîşan dide ku kurteçîroka kurdî bi gavên baş pêş dikeve û ev yek mizgîniya asteke hunerî geş dide.Ji ber vê yekê Nûnertî bi kêfxweşî pîrozbahiyê li çîroknivîsên vê lîsteyê û li serkeftiyan dike, herwiha hêjayê gotinê ye ku hindek deqên bihêz yên din hebûn tevî sernekeftina wan, bi hêviya serkeftinê bo wan di derfetên din de dixwazin.

Hêjayê gotinê ye ku ev Pêşbirk ji aliyê Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewrupa di 19ê Sermaweza sala borî de hatibû ragihandin, û roj encamanên pêşbirkê di 8ê Hezîranê destnîşan kiribû, di heman demê de, komîteyeke Nirxandinê ji sê nivîskaran (Fewaz Ebdê, Qado Şêrîn, Xemgînê Remo) hate pêkanîn, ku bi destpakî û bêalî karên xwe encamdan û alîkariyek mezin heta roja ahengê jî pêşkêş kirin û karê xwe, ku kar û keda wan hêjayê spasî û rêzgirtinê ye, herwiha spasiya kesayetî û aliyên piştevan jî hate kirin, û spasiya Komla Aso jî hate kirin li ser hevkariya wê ya bêsinor.

Aheng bi beşdariya hejmarek ji çîroknivîs, nivîskar, romannivîs, helbestvan, zimanzan û kesayetiyên rewşenbîr hate lidarxistin,  û serkeftiyên lîsteya kurt bi rêzgirtin hatin xelatkirin di nav sê xelatên darayî bi kujmê (300,200, 100) dolar, ku ji aliyê Nûneratiyê hindek nivîskarên navdar hatin spartin bi xelatkirina serkeftiyan,  û navbireke mûzîkî  ji aliyê hunermendê dengxweş Mesûd Şingalî û grûpa wî hate pêşkêş kirin, herwiha ji ber sedemeke tekînkî hunermenda dengxweş Gulistan Sobarî nikarî tevlî ahengê bibe, lewra em ji hunermenda hêja daxwaza lêborînê dikin.

Lîsteya kurt ya kurteçîrokan:

– Salih Demîcer – Berxa Kovî (Rojavayê Kurdistan).
– Raman Hesê – Sêdara Spîndarê (Rojavayê Kurdistan).
– Mîdiya Berkat – Maça Dawiyê (Rojavayê Kurdistan).
– Vejîna Kurd – Soz (Rojavayê Kurdistan)
– Merwa Brim – MARÎ SÎLÊST,  (Rojavayê Kurdistan).
– Bêhzad Qadirî – Şeqam (Rojhilatê Kurdistan).
– Zehra Ehmed – Payiza Bîranînan, (Rojavayê Kurdistan).
– Şemis Enter – Qewartina dilekî, (Rojavayê Kurdistan).
– Osmanê Ehmed – Bagera Şeytan, (Rojavayê Kurdistan)
– Fehîma Îbrahîm – Pêlên Mirinê, (Başûrê Kurdistan)
– Mihemed Emîn Sadûn – Bazirganê Kayê, (Rojavayê Kurdistan).
– Ebdirihman Ebdo – Hêviyên Şewitî, (Rojavayê Kurdistan).
– Raperîn Hesen Gulkewî – Ji Ronahiyê Leztir, (Rojavayê Kurdistan).

09.06.2024

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…