Konê Reş
Qamişlo bi veşartokan dagirtiye.. Gelek navdar û cegerdarên Kurd, Ereb, Siryan, Cihû û Ermen tê re derbas bûne û mora xwe li dîroka wê xistine. Kesî – wek ku pêdiviye – li dor wan ne nivîsandiye, di tariyê de mane û bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo. Nivîsandina li dor bajarekî wek Qamişlo jî, ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye. Nivîsandin name ye. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin, li dor bajarekî mîna Qamişlo be. Ji ber ku hin caran ez li veşartokên Qamişlo digerim, wan veşartokan ji zardevên pîrejin û kalemêran digirim.. Îro 24.6.2024, bi helkeftina ku 50 sal di ser Zinara Erebî re derbas dibe, bi min xweş e we agahdarî Dîwanxaneya Melayan li Qamişlo bikim. Ewa ku di salên 1973-1974an de li Qamişlo çalak bû..
Li gor ku ji dor 200 salî ve, ez serwextî rewşa dîroka Kurdistanê me û min baş rola Şêx û Melayan di civaka kurdî de naskiriye, wek ku çawa Şêx û Meyalayan olperestiya xwe parastine wiha jî hina ji wan kurdîtiya xwe parastiye.. Nexasim dema ku kurditiya wan toşî metirsiyê bûye û hatiye perçiqandin.. Hingê gelekan ji wan Şêx û Meyalayan ew rewş protesto kirine û liberxwe dane.. Wek nimûne di vî warî de:
Serhildana Şêx Ubêdellahê Nehrî/1880, Serhildana Bedlîsê bi serokatiya şêx Şehabedîn/1913, serhildana Şêx Abdulselamê Barzanî/1914, Serhildana Şêx Seîd/1925, Serhildana Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Ehmedê Barzanî, Qazî Mihemed û avakirina komara democrat li Mehabadê/1946 û ya herî dawî Şoreşa 11ê Îlona 1961ê bi serokatiya Mele Mustefayê Barzaniyê nemir..
Mebesta min ji vê gotinê Dîwanxaneya wan melayan bû di sala 1974an de li Qamişlo.
Di salên 1960-1970î de Kurdên Sûriyê di rewşeke zor xerab de derbas dibûn. Nexasim ku di roja 24.6.1974an de rêjîma Sûriyê bi rengekî fermî dest bi Zinara Erebî û erebkirina Cizîrê kir.. ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, dor 43 gundên Ereban, ji derveyî parêzgeh Hesekê, di nav xaka Kurdan de bi rûniştin dan û cotkarên Kurdan ji xaka bav û kalên xwe bê par man… Di eynê wan salan de jî sekretêrê El-Partî Dehamê Mîro digel çend serkirdeyên El-PArtî/S di zindanên/ Şamê de bûn.. Şoreşa Barzaniyê nemir jî ku, hêviya Kurdan bû, di rewşeke dijwar re derbas dibû..