Gelek tawanên hovane rêkxistina bi navê Daiş (Dewleta Islamî) di çerxa 21ê de di dermafê mirovîniyê de kiriye. Gelek milet û bi taybetî Kurd ji Kobanî heta bi Şingalê komkujiyên bê hempa di dermafê me de pêk anîne.
Di berhêma giranbuha ya mamoste Dawid Mirad Xetarî de ko ew ji heft çerman pêk tê, qirkirina Kurdên Êzîdî ya fermana 74ê ya ko li herêma Şingalê û gundên wê bi destê xwînmij û dirindeyên Daişê pêk hatiye belgeh kirine.
Karê ko mamoste Dawid kiriye, dîdeyên kesên ji komkujiyan rizgar bûne, nivîsandina bûyeran û wêneyên kujtaran, axaftina jinên sebîkirî û liberxwedana şervanên çiyayê Şingalê, komkujiya gundê Koço, gorên komel, bobelatên ko bi serê zarokên Êzîdiyan de hatine, serjimarkirina cangoriyan û gelek tiştên din hatine nivîsandin.
Gelek bûyeran bala min dikêşandin, lê ya herî dilêşîn ko em di nav koma dirindeyan de dijîn. Piraniya xelkên cîhanê bi berçavkên herî tarî li me dinêrin. Di êrîşên hovane yên tiroristên Daişê de ev tişt aşkere bû.
Mamoste Dawid gelek ronahî daye ser kirdeyên wan ên kirêt, çawa ji mirovî bixwazin bivênevê ola xwe biguhere, ji mal û gundê xwe derbikeve, zêr, pere û çekê xwe radest bike!
Olguherîn an jî kujtin û talankirin, ev behaneya ha ya ko bûye sedema tunekirina bi hezaran mirov, gelo ola Islamê wisa dibêje? An ev dirinde her kirdeyên ko li gora giwêla xwe sîwana ola xwe li ser vedigirin!
Ji zarokên di pêçekan de heta bi kalmêrên 90 salî û bêtir jî dikujtin.
Xanî bi ser xelkên ko çi guneh ne kirine diherifandin, tî û birçî ew dihiştin. Cîran, kirîvan û heval bûn, digel wan dixwarin, şevbuhêrk dikirin. Dema Daişa tirorist hat hemûyan berê xwe guhertin, cil û bergên olê li xwe kirin, bi ser de jî bûn emîr û desthilatdarî kirin.
Hin xelkên bêguneh yên ko ji neçarî bi dev bibûn misilman, sîxur li derdorên wan danî bûn gelo nimêjên xwe berdidin an ne!
Piraniya kesên ko di pirtûkê de dîdevaniya wan hatiye tomarkirin, wêne jî digel hene.
Kom bi kom zilam li kamyonan siwar dikirin, berê wan didan çalên taybet ji bo kujtina wan kolandibûn. Li wir ew peya dikirin, dest û çavên wan girêdayî bi rêz dikirin û berê agirê tifingên xwe didan ser û pişta wan.
Ev kesên ko rizgar bûne, kelex bi ser wan de ketine, an jî şensê wan di jiyanê de hêj hebû, eger ne ji hebûn û mana wan bûya jî, me ne dizanî çawa û çilo ew komkujî çêbûne.
Destxweşiyê li mamostayê hêja Dawid Xetarî dikim, bi hêvî me ev pirtûk bêne wegerandin û li cîhanê belav bibin.
03.02.2024