Ji Efrînê heta bi Serê Kaniyê û Şingalê


Ezîz Xemcivîn

Me berê xwe daye ola dijminên xwe,
ji “Lat û Eze, ji Kevir û Xurme”
tako yasaya serjêvekirinê bi mizgînîya reş gihaye me!
Tîpa şûr zimên dibirre!
Gotina şûr koka rewiştan dibirre!
Helwesta şûr, seriyan ji dîrokê vedibirre!

Ometa şûr, destê xwediyan ji xaka bav û kalan dibirre!
Ala şûrê reş li ser sergoyên welatê dil hate hildan!
Her “Allah û Ekberekê”
Serê mirovan difirîne!
Her “Allah û Ekberekê”
Zarokan fêrî serbirrînê dike!
Her “Allah û Ekberekê”
Kalemêr û pîrejinan, genc û ciwanan binax dike!
Her “Allah û Ekberekê”
Jinspehiyan sebî dike,
kirîn û firoştina wan li bazaran germ dike!
Mîrekê şûr dibêje: “Tu sebiya min î,
ji mafê min e xweşiya xwe bi te bikim, ji lêdanê te reş û şîn bikim,
erê erê ji mafê min e, te bikirim û te bifiroşim!
Erê erê ez û birayên xwe bûn,
yên ko me dê û bavê te kujtin!
Berxikên nêr û nûhatî  me ew ji dewleta şûr re hiştin!
Karxezalên çavciwan mûmên xweşiya şeva me ne!
Erê erê Gawirno!
Gawirên ji pişta Gawiran, mal û jinên we li ometa şûr helal zelal in!”
Gurgê şûrkêş xwîna li ser şûr alast û got:
noş, noş
“em ê xwîna we herdem vexwin!”

06.01.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…