Dermankirina bi Peyvan

HUNER BEHZAD CINÊDÎ

Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giştî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e!  Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav peyarêkên kolanên kevnar, ji şûnwaran, ji pelên ketî…ez wan dinivîsim, ezber dikim, maç dikim, hembêz dikim… Bi wan re direqisim, radikevim û bi wan re dijîm û bi wan dimirim…Belê, ew peyv in!

Her ku birîn canê min kûr dike, ya ku berî her tiştî bi min re dibe alîkar, birînpêçikek ji peyvan e! Û her gava ku henaseya min li min diçike û teng dibe, ez wê bi helbestekê fireh dikim. Û her ku dibînim ku giyan di kûrahiyê de winda dibe, ez wî bi pirtûkekê hildigirim. Dema ku mirov û neysizî  li min kom dibin da ku vîn û hêza min bişkînin, ez şûrê raman û peyvan li hember wan dikişînim.

Ma karê derûnnas çi ye; ji bilî hewildana kontrolkirina nexweşekî bi dûrxistina hin peyv û ramanên neyînî yên ku giyanê wî dagir kirine û li şûna wan peyv û ramanine din ên spî û erênî yên ku wî ji depresyon û xemxwariyê rizgar dike!
Bi rastî, dermankirina bi peyvan carinan ji dermankirina bi dermanan baştir e, ji ber ku dermankirinek e mirov ber bi aliyên derûnî û giyanî ve dibe û kalîteya jiyanê baştir dike û wateyên wê yên bilind kûrtir dike.
Li şûna ku mirov salên xwe yên dirêj bi dermankirina laşî û organîk derbas bike, bi vejandina derûnî dikare jiyaneke kûrtir û paktir bijî.
Hêza peyvan heye ku di giyan û rewşan de dikare bibe wekî erdhejekê, heke ne ji efsûn û hêza wan bûya, xwedê xwe bi raz û ramana xwe bi rengê  peyvan eşkere nedikir û ne jî xwedê peyama xwe bi lêkereke kurt û bitirs dest pê nedikir; ew jî peyva “BIXWÎNE” ye!
Ev cureya ji dermankirinê (bi peyvan) rêbazeke kevin e ku bi hezaran sal berê ji aliyê Misirên kevnar ve hatiye kirin û ev yek di dema Ramses de di slogana li ser dîwarên pirtûkxaneyên Misrê yên kevnar hatiye nivîsandin de diyar dibe:
“Li Vir, Dermankirina Giyanî ye”
Prensesa rehmetî Diana berî mirina xwe diyar kiribû: a ku hîştiye di nav şer û pirsgirêkên min ên herî dijwar bi Mîr Charles û Koşka Mîrane re bi ser kevim û alîkariya min kiriye pirtûka “Pêxember” a Cibran Xelîl Cibran bû!
Îkonê navneteweyî Nelson Mandela li ser dîwarê zindana xwe çend malik ji helbesteke îngilîzî ya navdar nivîsandibû:
“Ne xema min e ku derî teng e!
Ez xeman naxwim, ku pirtûka dadbaran tije siza ye
Ez xwediyê qedera xwe me
Ez kaptanê canê xwe me”

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…