Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Şilêswîg pêşinegeheka du şêwekarên jin ji Kurdistanê, bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tête pêşkêş kirin.
Pêşingeh li avahiya (Kultur L) ji 22.03.2024an heta 19.04.2024an dê berdewam tablo bi dîwarên pêşengehê ve bimînin.
Berpirsa navenda Kultur L Xanim Jêsîka Krol (Jessica Kroll) ew jî li ser heman mijarê got:
„Navê min Jêsîka Krol e, em nuha li avahiya Kultur L in, ko ev cih taybet e ji bo pêşkêşkirina çalakiyên kulturî, ez kêfxweş im ko evro Komeleya Kurdî-Elmanî çalakiya xwe ya ji bo du jinên Kurd ên şêwekar li navenda me pêk aniye, ko kultur û çanda Kurdî nîşan dike.“
Di pey re xanim Sûzana Pêrtît (Susanne Pertiet) li ser çalakiyê axivî:
„Ez weke miroveka biyanî hatime evî cihî bi dîtina evan kevalan baweriyek ji bo min çêkir, ko evan şêwekaran tiştê dilê wan xwestiye bi rengên cobicor gotine.“
Hêja ye gotinê ye, hejmareka baş ji xelkên bajêr ji Kurd û Elmanan li ahenga pêşingehê amade bûn.
Ezîz Xemcivîn
Komeleya Kurd-Elmanî
(Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.)