Ji rêzimanê

 

Ulrike Draesner/ Ulrîkê Drêzner
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî

Mîna ronahiyê
Kelehên di derzên şkeftan de
ronahî diherike nav şaneyan
Lê, tu li kû?
Derya têra xwe bi humûgum e.

 

weke sê şûran
Hûtên deryan ji kêşanê hildikişin ezmên
avakirin: pêkhatin. ew
şevron e, kerî
bang dike. ronahî mîna ku
di derzên kevirên şikeftê de
diherike. tu ne
li kû, ne kî. Tu
diçî, daristan radiweste.
zemîn dizivire. Berx
xwe davêje deryayê.
sîberek bang dike. tiştekî kevnar
bi te dizane. qijalk
xwe divezillîne.
Gur ji risteya xwe hez dike.
Kerî bang dike.

Ulrike
Draesner di 20ê çileya paşîna (January) 1962 de li Munchenê ji dayik bû
û li Berlînê dijî. Piştî xwendina Almanî, Îngilîzî û felsefeyê li
Munchen, Salamanca û Oxfordê, çar salan li zanîngeha Munchenê wek
alîkara lêkolînê kar kir û di sala 1992 de doktoraya xwe di lêkolînên
serdema navîn a Almanî de li wir wergirt.
Piştî ku demeke kurt wek mamosteya ziman û rêberê gerê xebitî, ji sala 1994an ve wek nivîskar û wergêrek serbixwe xebitî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…