LI ŞÛNA (KEÇA KURD) EZ (XELATA ZARA) WERDIGIRIM

Silav û rêz
Baştirîn û pîroztirîn gotin, silaveke rêzgirtinê ye, ji bo canên Pêşmergeyên pakrewan ku bi saya dilsozî û qehremaniya wan, îro em li vê derê, li Hewlêra paytext, bi azadî dicivin û bi serbestî behsa Zimanê Kurdî dikin, belku bi dilxweşî zimanzanên xwe xelat jî dikin.
Bi rasipartin ji mamoste û zimanzana Kurd a Rojavayê Kurdistanê, wergira (XELATA ZARA), (Emîne Emer) a bi nasnavê (Keça Kurd) naskirî ye, û bi dehên salan xebat û têkoşîn di ber Zimanê Kurdî de kiriye, ku ji ber rewşa xwe ya tendirustî nikarîbû, li vê derê amade bibe, êdî ji bo min şanazî û serbilindî ye, ku li şûna (Keça Kurd) û bi navê wê duyemîn (XELATA ZARA) werdigirim û piştre jê re dişînim Almanyayê, ku li wê derê dijî.

 

Hevdem em tendirustiyeke baş jê re dixwazin û vê xelatê li xwe û li wê pîroz dikin. Êdî, ji bo min şanazî ye, ku ez nûnertiya Keça Kurd dikim ji bo wergirtina vê xelata hêja.
Zimanê Kurdî, bi dehên salan ji aliyê desthilatên zordest ve, li herçar parçeyên Kurdistanê, hatiye qedexekirin û zimanzan baceke giran di ber de daye, lê tevî wê zordestiyê û hewlên dorpêçkirin, paşxistin, pijavtin û asîmîlekirinê, Zimanê Kurdî dikarîbû zindî, xurt, dewlemend, parastî û zelal bimîne.
Zimanê Kurdî, weke zimanên din ên cîhanê, xwedî gencîneyeke ferhengî, dengsazî, peyvsazî, rêziman, watesazî û rênivîsê ye. Xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, wiha jî nîşanên pêşketina wî di xurtî û dewlemendiya wî de diyar in, serbarî berhemên hêja ku bi vî zimanî hatine dahênankirin, êdî bûye sereketirîn binemaya nasnameya gelê Kurd.  Hebûna Zimanê Kurdî girêdayî hebûna gelê Kurd e. Wiha jî, hebûna gelê Kurd girêdayî hebûna Zimanê Kurdî ye, lewma dijminê gelê Kurd, her ew bi xwe dijminê Zimanê Kurdî ye û dilsozê gelê Kurd jî, dilsozê Zimanê Kurdî ye.
Silav û spas ji bo we, amadebûyên birêz.
Silav û spas ji bo saziya KURDŞOPê ku salane, weke rêzgirtin û pêzanîn, (XELATA ZARA) radestî zimanzenekî/ê Kurd dike.
Spas ji bo hevalên min ên Komîteya Amadekar. Ji bo min, şanaziyeke duqat, sêqat û çarqat e ku ez endamekî vê Komîteya Amadekar a (XELATA ZARA) me.
Ji bo min serbilindî ye ku dezgeh, medya û saziyên Zimanê Kurdî wiha pêşketinên mezin dibînin. Spas ji bo Hola SEMA li Hotêla Kapîtol, ku ji bo Kurdan berdewam cihê çalakiyên xizmeta çand, rewşenbîrî û Zimanê Kurdî ye.
Xalid Cemîl Mihemed: Nivîskarê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê
07/01/2024/ Hewlêr

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…