Heyva Avdarê û miletê kurd

Diyar Ehmed

  Di van rojan de heyva Avdarê careka dî singa xwe vekir û mêrg û çîmenên gulzara xwe ji gelê kurd re raxist, bi nerim û nazî jê dixwazê ku hêviyên dildaran di nava gul û sosinên buhara rengîn de hilkewêşê, kulîlkên avis vewejêrê, birînên kelgirtî derman bikê, dilên evîndaran geş û xweş bikê .

Belê, eger mirov li rojên avdarê binêrê yan jê bi hijmêrê, dibê ku yek roj bi şîn û şahî yan jê têkçûn û serkeftinên ku bi gelê kurd ve girêdayî, di ser mirov re derbas nebin .
 di berê de heyva avdarê cihekê xwe yê beriz û bilind di pêma û zargotina miletê kurd de girtiye .
avdar heyva pêşiye ji demsala buharê, ((Buhar bûka saliye, xemla rengên tim lêye )),(( Buhare çîçek û gul û dare)),(( Buhare dew li dare)).
destpêka Buharê avdare, roja pêşîn ji miha avdarê zîpin, zîp bi xwe di salnama kurdî de rojin bihesabin, bibarin ne barin her xedarin . paşê ku zîp derbas dibin, binê erdê gerim dibe, teyir û  tiwar, sewal û dewar, lawir û dehbe, mêş û kêş der dikevin,ji tirsa hişkî û dijwariya zivistanê rizgardibin,hêlmekî dikişînin û xwe ji jiyaneka nû re kardikin .
 di bîst û yekê avdarê de, şev û roj wek hev lêtin û xwe li ber hev diguherin .
 di bîst û pencê avdarê de basimbar jê re tê gotin, barana basimbarê bi zêra nayê kirîn û firotin.
Di miha avdarê de, sirûşt nû dibe, pêre dil gerim dibin û hevî berdigirin, çîçek û sorgul bejin û bala sirûştê dixemilînin.
 Mirovê kurd jî weke tevya giyanwerên sirûştê bi vê heyva rengîn re lepiteye û dilê wî yê gerim jeniye, bi têhna destpêka buharê re xwîn di damarên wê de bi lez qeliqiye, li ber xwe daye, serê xwe hildaye û xepitiye, bizavekirye ne tebitye, bi gera xwe re rastî şîn û şahiyan bûye bişkivye, bergirtye, çilmisye û weraye, ji nû ve katedaye, tirihye û şaxvedaye .
 ew û avdar bi hev re ketine kêferat û hevrikiyeka berdewam, ji hev dûrketine, nêzîkî hev bûne û herdu bi hev re hatine tevdan û stirandin , kayandin û cûtin .
 eve çîroka miha avdarê û mirovê kurd, di yekê wê de, zîpên xedar weke xwe barîne, sitêrek geş di gulîstana wê de vemirandine, canê serwer û serkarê kurdayetiyê Barzaniyê nemir rawestaye, di pîst û yekê wê de serê sala kurdî ya nû destpêkiriye û dawiya wê dilê pêşewayê kurd Qazî Mihemed di sêdarê de çilmisiye , û di nava rojên miha avdarê de, kul û derd, reşî û xweşî, êş û şahî têkçûn û serkeftin, serhildan û berxwedan, rêkeftinên xiynetkar û peymanên gemar û pîlanên genî di rûpelên singa avdarê de rûdane, di kavolên wê de hatine veşartin û di lêvên birînên qemûşk girtî de hatine dirûtin .
Tevî wê hevrikiya xwînrêj,keyandina destdirêj,pîlankariyên qirêj, careka dî hevdu himbiz kirine,li hev hatine,lêborîne û vegerane, ji ber vê yekê jî tê gotin ku heyva avdarê bi şîn û şahiyên xwe ve heyva kurdane .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…