Hikometa Hevgirtî ya Herêma Kurdistanê hate pêkanîn

Welatê me

 

Îro piştî nîvro  li avahiya Perlemana Kurdistanê rê û  rismên yekirina herdu îdareyên Herêma Kurdistanê hate pêkanîn . dest pêkê berhevên civîna perlementoyê kêlîkî bê deng li ser canê şehîdên kurd û kurdistanê û tevaya şehîdên cîhanê rawestan .
Pişt re Ednan Muftî serokê perlementoya kurdistanê pirogiramê rê û rismê karê avakirina Hikometa yekbûyî ragihand, rêzdar Nêcîrvan Barzanî wek serokê civata wezîran û rêzdar Omer Fetah cîgirê serokê civata wezîran hatin destnîşankirin.

Piştî ku navê wezîrên kabîna pêncê ku ji (42) wezîr û wezîrên herêmê pêkhat bû hate diyarkirin, wezîran sûndxwarin û dest bi kar hate kirin .
Di pey re Nêcîrvan Berzanî serokê civata wezîran, zilmayî xelîl zade palyozê Emerîka li Iraqê, nûnerê Kofî Enan û cîgirê serokkomarê Iraqa Fîdral Adil Abdul Mehdî dest bi axavtinên xwe kirin,û herweha axavtina dawiyê ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bû, serok Barzanî di axavtina xwe de diyarkir û got : ev kabîne kabîna gelê kurdistanê ye,kabîna xizmet û karguzariyê ye, ne ku ya mil milane û hevrikiyê ye,ji ber  mil mila ne li kurdistanê nema ye,û herdîsanê got: ev serdem ne dema şer û pevçûnêye, em destên xwe ji bo aştî û biratiyê dirêjdikin .
Hêjayî gotinê ye ku nûnerên gelek dewletên              Ewropî,Çîn,Turkiya,Rusya,kurya başor,berpis û nûnerên netewên yekgirtî û Îraqî jî beşdarbûn.
parvekirina wezaretan bi vî rengê xwarê li ser partiyan hate belavkirin :

 

PDK : Diravî, Pêşmerge, Xwendina Bala, Çandin, Şehîdan, Rewşenbîrî, Kareba, Jêdêrên Sirûştî, Şaredarî, Werziş û Lawên kurdistanê, wezareta herêmê ji bo navçeyên kurdistanê yên ji derveyî herêmê .

 

YNK : wezareta Navxwe, Dad, Perwerde, Saxlemî, Kar û Barên Civakî, Ewqaf, Jêderîn Avê, Veguhestin, Avedankirin, Pilandanan, Mafê mirovan .

 

Yekgirtûya Islamî: wezareta Barzgiranî, wezîrekê herêmê .

 

Tirkuman : Pîşesazî, wezîrekê herêmê .

 

Kild û Aşûrî : Giştûguzarî, wezîrekê herêmê.

 

Komonîstên kurdistanê: wezareta Gihandinê.

 

Sosyalîstra kurdistanê: wezîrekê herêmê .

 

Komela Islamî : wezareta Jîngehê .

Navê wezîran:

1- Nêçîrvan Barzanî serokê civata wezîran
2- Omer Fetah Husên cîgirê serokê civata wezîran
3- Osman Hacî Mehmûd wezîrê Navxwe
4- Ebdulkerîm Siltan Şengarî wezîrê Herêmê ji bo karûbarên Navxweyî
5- Serkîs Axa can wezîrê Diravî û aborî
6- Bayîz Seîd Mihemed Talebanî wezîrê Herêmê ji bo karûbarên diravî
7- Farûq Cemîl Sadiq Wezîrê dadê
8- Azad Ezedîn Mela Efendî wezîrê herêmê ji bo karûbarê dadê
9- Omer Osman Îbrahîm wezîrê karûbarê Pêşmerge
10- Cefer Mistefa Elî wezîrê Herêmê ji bo karûberê Pêşmerge
11- Burhan Se””îd Sofî wezîrê Veguhastinê
12- Dilşad Ebdulrehman Mihemed wezîrê Perwerdê
13- Dr. Ebdulrehman Osman Yûnis wezîrê Saxlemîyê
14- Ednan Mihemed Qadir wezîrê Karûbarên Civakî
15- Mihemed Ehmed Se””îd Şakelî wezîrê Ewqafê
16- Tehsîn Qadir Elî wezîrê Jêderên Avê
17- Îmad Ehmed Teyfor wezîrê Avadankirin û akincîkirinê
18- Osman Îsmaîl Husên wezîrê Pilandananê
19- Yûsif Mihemed Ezîz wezîrê mafê mirovan
20- Dr. Îdrîs Hadî Salih wezîrê xwendina bilind û vekolînên zanistî
21- Ebdulezîz Teyêb wezîrê çandinê
22- Çinar Seed Ebdula wezîra Karûbarên şehîdan û Enfalkirîyan
23- Felekedîn Kakeyî wezîrê Rewşenbîrîyê
24- Hoşîyar Ebdulrehman Siwîlî wezîrê Karebê
25- Dr. Aştî Hweramî wezîrê Samanên Sirûştî
26- Nazenîn Mihemed Weso wezîra Şarederîyê
27- Taha Ebdulrehman Elî wezîrê Werziş û Lawan
28- Dr. Mihemed Îhsan wezîrê karûbarên deverên derveyî herêmê
29- Mihemed Reûf Mihemed wezîrê bazirganîyê
30- Wîdad Xorşîd Osman wezîra Pîşesazîyê
31- Dara Mihemed Emîn Seîd wezîrê Jîngehê
32- Nemrûd Beşîr wezîrê Geştûguzariyê
33- Heyder Şêx Elî wezîrê Gihandinê
34- Ebobekir Elî wezîrê Herêmê
35- Dr. Cînan Qasim wezîra Herêmê
36- Corc Yûsif Mensûr wezîrê Herêmê
37- Xelîl Seîd Qasim wezîrê Herêmê
38- Mihemed Hacî Mehmûd wezîrê Herêmê
39- Mehmûd Îdo wezîzê Herêmê
40- Midhet Mendelawî wezîrê Herêmê
41- Seîd Xalid Mihemed Emîn wezîrê herêmê
42- Ebduletîf Bender Oxlo wezîrê Herêmê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…