Heft roj li Kurdistanê (2)

Ezîz Xemcivîn

Niha li welatê xwe me; çi bayê hênik û xweş axxx ev bayê te ye Kurdistanê, ji te hez dikim…
Mane xwena bilbil civîna bi evîndarê re ye . Tu dara min û evîndara min î.. ez hatim nav şaxên te hêlîna me dilê te yî, evînê ev welatê min e, ez ê we bi hev bidim naskirin; biburîne hûn yek rewan in, yek dil in, we ji hev cuda nakim….
kurdistanê tu çavê evîna min î; li ber dilê min buhayî, hember tu tiştî tu nayê..
Jiyan û şahî û xemên min li te dijîn, tu jiyanî û helbest û hevokên min ji kaniyên te dizên, piçûk bûm tu evîna min bû, mezin bûm evîna min jî mezin bû, biner ev sîng nema têrê dike biner ev çiyayên bi dar û şikeft û nizar, bi kew û qumrî û baz li ber evîna min hûr in…
Ji frokxana Hewlêrê ewê şevê me berê xwe da Duoka rengîn, rê hevaleke hêmin û ciwan e, ji riyan hez dikim ji ber herdem bi hevdîtinê min hest dikin, rê xweş e, şev xweş e, stêrik li hal û demên dil dipirsin. Evîna xwe ji min re şirove dikin, em diçin û rewan li yarê digere, dil dibêje ev yara te ye, ev e ewa ko çil salî te jê hez kiriye va tu li bayê wê sobelan û melevaniyê dike…
Riya bejin zirav ma dawî nayê..? Rê vedigerîne bihna xwe fireh bike.. Buhar di çavên evîndaran de pir ciwan e, her kevir, ax çiya û newal, çem û kanî, hemû der û dever û tariya balkêş çavên xwe li min digerînin û ez jî awira xwe ji awira wan dernaxim, hemû wêneyê yara min in..
Dema piçûkaniyê min li stranan guhdarî dikir û dibihîst; mezin bûm û xewna min jî bi min re mezin bû, gihiştim xortaniyê û min evîna te bi xwe re şîr da bi şîrê jiyanê û hezkirina azadiyê, îro li nav dilê yara xwe me, li ser xaka pîroz im..
Turumbêla me diçe û sawîr li ber çavên min dibin filmekî sînemayê; her kes, her civat û her dan û standin ko me li ser xewna hevdîtina rojekê dikir li bîra min de dihat, min digot welato min çendîn xem û şahî û keser ji bo te kêşandine… min çendîn nivîs û nûçe li ser te xwendine, tu ji min re sawîr bû û ev roka li ser ala te, hilata wê weke sosretekê bû..
Min serê ajoker bi pirsên xwe êşand, ji ber min xwe nedigirt û pirs li ser pirsê niha ewî digot ka ev çî ye, bo çî evan pirsan ji min dike??
Ewî nizanîbû çi agir di hinavên min de dilîze.bi rastî agir e; agirê bêrîkirin û azerî û bindestiyê û ev roj kelegerma azadiyê ye…
Dema bi rê de em diçûn, rê ne gelekî xweş bû, min ji hevalê xwe pirsî: Seyda bo çî ev rê wa kelekortî ye? got bira em çi bikin rewş wa ye..!!
Min got gelo berpirs jî di vê rê de diçin? Got ma çawa naçin…!!
Ew bi ajotina xwe daketiye û ez jî vegeriyam sawîrên xwe..vegeriyam deştên xwena xwe, li her darê dinerim sîber e.. li her çiyayî dinerim bi kovî û xezal e, bi xwîna şehîdan payebilind û serfiraz û rûgeş bûye..!!
Ey çiya di wê hembêza germ de te mêrxas xwedîkirin, te pêşmergeyên qehreman ji tang û topên dijmin parastine..Ey çiya, ey hêz piştevanê dilê bi hêz, hevalê me, wek te em parastin; gelo em ê karibin kirasê te kesk û rengîn bi dar û gul û kulîlkan xemilandî bihêlin…?

Dûmahîk heye…

 

Perestgeh nêzîk Şêxan

 
Perestgeh

 
Suka Hewlêr

 
Deşt û çiya

 
Hingûr li Kurdistanê

 
Parka azadî Silêmaniyê

 
Baxçê Xanî- Krkûk

 
Koysinceq bi şev

 
Dûkan

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…