Piştvaniyeke hevaltî û dostane ji biraderê min,

têkoşerê pîdar Mihemed Şêx Mus Alî re.

Dr.Ebdilmecît Şêxo

Sersala nû pir nîzîk bû, hemû gelên cîhanê dixwazin herdem bi geşbînî li pêşerojên xwe binêrin. Her kesek ji niha de xwe amede dike ku muman  di malên xwe de vêxîne, û derdorên xwe bi agirên wan ronak bikin.
Gelê Kurd jî mîna her miletekî bi hêviyek mezin dixwast pêşwaziya sersala nû bike, lê beriya ku miletê me mumên xwe vêxîne, rêjîma “Bes”dewsa ku girtiyên miletê me ji zîndanên xwe serbest berde, ewa dixwaze bi awayeke ne sincî girtina têkoşerê pîdar, siyasetmedarê naskirî M.Ş.Alî mîna bahozeke hungirî bi ser ronahiya mumên sersala gelê Kurd  li Kurdistana Sûriyê de  berde…Lê em zanin gelê me tamarên berxwedanê bi qaserî çar hezar sal berdane nava welatê xwe,vîna  Kurdperwerên gelê Kurdistanê ji bo azadiyê  tucarî netê tewandin, û  gevgurên dewleta Sûriyê hêviyên miletê Kurd naçelmisînin. Her girtiyeke Kurd bi hezaran têkoşeran diafirînin.
Hukumeta Sûriyê gelek berevajî li bayê dêmkoratiyê sîwar bûye, ewa  setemkariyê ne tenê li xebatkarên Kurd dike, lê ewa dêmokratîxazên gelê xwe jî bindest dike .
Di nirîna hemû azadîxwaz û dêmokratîxwezan de ku divê guhertinek  çaweyetî mezin di destlata Sûriyê de were kirin, û pêwîst e dêmokratîxwezên Ereb û Kurd  Sûriyê bi şêweyekî hevbeşî birêv bibin.
Girêdayî van bawerdanên jorîn û girtina berêz M.Ş.Alî de em dibînin ku gelek partiyên Kurdan li her çar beşên Kurdistanê û pir rêxstin û dezgeyên mafên mirovan yên erebî dengên xwe li dijî têrora dezgeyên  destlata Sûriyê bilind dikin, eva bi xwe jî bersivek û nîşanek mezin ji dewletê ra ye û ewa dibe sernîşana  asoyên geş, ango tevî ne lihevbûna tevgera kurdî û ne lihevbûna hêzên dêmokat yên gelê Ereb li Sûriyê, dîsan ewanan kanin bi yek deng li dijî  zordariya dewleta  “Bes” rawestin.
Di vê sebaretê de em jî dixwazin dengê xwe bi hemû hêzên azadîxwez re , ji bo serbestkirina têkoşer M.Ş.Alî û hemû girtiyên Kurd û dêmokratîxwazên Ereb bilind bikin, û em dibêjin careke din rûya destlata “Bes” reş be.
Her bijî dêmokratî û azadî
Bimre rêjîmên zordar
23.12.2006

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…