Y.Sabri Qamişloki
Ez bi xwe weki Kurdeki, ji roja vê Malperê dest bi xebate xwe kiriya, ji bo Kurdewariyê wê dişopînin, û hirmeta me jêra heya, kû xizmeta gelê me dike di her Wari de, lê bi van mijarên wisa dihêlê yek li xwe vegerê û gelek pirsa deyinê ber cav: Gelo ev kes cima wiha dikin? Armenca wa ji van tista ciya?
Birano, hêjano,barê kû li ser pişta meya , ne ew êrişên li diji hev meriv bike, erkê me yê netewi ne avêtina Nivîskarekiya, ne ji kû yek bi karê mîna BEKO yê Ewan rabin, ne ewe kû em ji Sîsikekê bixin Mehserek, lê ya girink ewe kû em gelê xwe nêzîkî hev bikin, dijmnatiyê ji nav wa rakin, ci problemm û xayintiya heya kû hêja DILŞA YUSIV yan ji kesne dî, berê Hevalê PKK yan YNK bûn û îro Dostên KDP ne, û her wiha ji beruvaji, pêwista em bêhtir şa û dilxweş bibin, bê cawa kurd ji hercar Parcan hin bi hin dibin yek, sînorê kû dijimin danîna radikin, her sê hêjaya Kak Mesûd Mam Celal Heval Apo serokên xwe dibinin, Partiti tenê mîna Rêxistin dimînê,
Ji ber kû karê li ser pişta gelê me ji van gotonên bê Wate pir mestire, dibê em êrîşan li ser Dijmina bikin, dibê em karê Peyamnêrên Qenale Erebi ALCEZIRA dûri xwe bikin, ji ber ticari ev kar me bi ser naxê, encamên baş ji me re nayînê.
Recisa îro go em têde ne, provakasionên kû li diji me têna amedekirin, gefên kû dijminê me li me dikin, ji van tişta ha pir mestirin.
Dibê em bersiva Rapora Bêker-Hamilton bidin, dibê em li diji Salih almutlek, Haris Aldari, Muqtede Alseder û bi Hezaran ye mîna wan binivîsênin, wê ev bibe karê me yê Welatparêzî.