3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî Li Zaxo/ 2025

Konê Reş

  Sebaretî 3emîn Festîvala Cil û Bergên Kurdî ku di rojên 29-30ê Nîsana 2025an de li Zaxo hat lidarxistin û wek vexwendekî têde beşdar bûm, ev e gotina min: Wek ku diyare 3 tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser xaka wê dijî.. Zimanê ku her miletek pê diaxife û cil û bergên wî miletî ne. Anku cil û berg yek ji regezên hebûna her miletekî ne.. Kurdistan jî di cîhanê de bi erdnîgaeriya xwe, zimanê xelkên xwe, Ala Rengîn û cil û bergên welatiyên xwe tê naskirin.. Ew cil û bergên ku li gor xweristiya welatê xwe yê çiyayî afirandene û pê hatine naskirin..

  Neyarên gelê kurd jî, ev yek naskirine û ji mêj ve wek ku şerê zimanê Kurdî kirine wiha jî şerê cil û bergên Kurdî kirine..

  Li Rojavê Kurdistanê; ji salên 1960î ve, rêjîma Sûriyê razî nebûye ku kurd kum û koloz bidin serê xwe.. Her rêjîmê zor li kesên ku kum û koloz didan serê xwe dikir û ew bi tawana Barzaniyetê gunehbar dikirin, da ku bi çefî û egalê biguherînin.. Nexasim li bajarê Amûdê.. Li Bakurê Kudistanê jî, ji sala 1928an ve Kemalîstan bi rêk û pêk wek ku şerê Zimanê Kurdî dikirin wiha jî şerê cil û bergên Kurmancî dikirin..

  Ji roja Hikumata Herêma Kurdistanê 10 Adarê, bi navê Roja Cil û Bergên Kurdî belav kiriye, Kurdistanî de vê rojê de, cil û bergên kurdî li xwe dikin, xwe bi wan berz û paye dikin û kurdîtiya xwe ji xelkên derdora xwe re didin nişan kirin.

  Di baweriya min de, ev festîvala sêyemîn e di dîroka Kurdistaniyan de, piştî Cenga Çaldêranê/ 1514, nexasim 200 salên dawî ji qedexekirina mafê hebûna gelê Kurd li ser xaka Kurdustanê û qedexekirina ziman û stranên Kurdî.. Kurdistaniyan jî liberxwe daye û gelek xwîn rijandiye.. Di encam de, Kurdistan toşî zilm û zorê, kuştin, sirgunkirin, enfan û Helebçe bûye..

  Di vê festîvalê de Kurdistaniyên her çar perçeyan ji bo şahî û govendê bi cil û bergên bav û kalên xwe li hev kom dibin.. Xwe bi cil û bergên xwe berz û paye dikin.. Vajî ku berê tev komcivînên kurdan li dor kul û xeman bûn.. Erê ev sêyemîn car e ku Kurdistanî di kêf û şahiyê de li hev kom dibin.. Distir;n, diraqisin, dilîlînin û hev dibînin..

  Normal e ku wek vê festîvala Cil û Bergan li bajarê Zaxo were lidarxistin. Zaxo; ev bajarê ku nav û dengê Şoreşa Ilonê bi peqîna Tivinga BERNO jê hat bihîstin û di dinyayê de belav bû.. Û di cografiya xwe de, nêzîkî Rojava, Rojhilat û Bakur e.. Zimanê xelkên wê hêza xwe ji zimanê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî, Enwerê Mayî, Sadiq Behaeldîn, Salih Elyûsifî, Cegerxwîn û Hejarê standiye.. Roja îro çavên rewşenbîr, nivîskar û zimanhezên her sê perçeyên Kurdistanê yên din li bajarê Zaxo ye..

Ez bi hêvî ne ku Zaxo bibe paytexta ziman, rewşenbîrî û yekrêziya Kurdî.. Spasiyek gerim ji berpirsên bajarê Zaxo û barhilgirên 3emîn Festîvala Zaxo Ya Cil û Bergên Kurdî re, pêşkêş dikim.

Konê Reş

Zaxo/ 30/4/2025

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…