May 2024

Ebdilbaqî Elî

Wek berhem ȗ semyanê çend sal xebat ȗ tekoșîn bȗk xatȗna Berdirxaniyan bi xemlek botanî ,bi dêmên qeșeng ,riwê beșȗș ȗ devliken serî hildide ,pencere belê dergehên kurdayetiyê li çar kinar ȗ seranserê kurdistanê vedike ,bayê hînik yê buhara zozanê cizîrê li her kurdekî kurdperwer di weșîne.
Ava zelal ȗ qerisî di germiya havîna bendewariyê…

Konê Reş

Îro (3)ê gulana 2024an, 81 sal de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku…

Bi navê xwe, wek keça helbestvanê kurd (Cegerxwîn). Ez li ser navê malbat, nevî û neviyên wî ji dil û can spasiyên xwe pêşkêşî kurdperweran dikim. Keç û lawên gelê me yê Kurd, li welat, li parçeyên Kurdistanê û li Derveyî Welat, yên ku wek yek Destî li pêşberî heqaretên bi qestî yên li dijî…

Gurgan Elhac Xewne ev yan ez şiyar im?! Çûye payiz hat bihar imNav binefş û bin nizar imNav bihiştek av û dar im Nav gulîstan û parêz imNirgiza min li hembêz imLi ber bejnek xeml û xêz imLi ber mêrg û dêm hinar im

Navçîmen wek du zarokanSer şaxan wek du firokanLi spihir mina du rokanEz û …

 

Ulrike Draesner/ Ulrîkê Drêzner
Wergerandin ji Elmanî: Tengezar Marînî

Mîna ronahiyê
Kelehên di derzên şkeftan de
ronahî diherike nav şaneyan
Lê, tu li kû?
Derya têra xwe bi humûgum e.
 
weke sê şûran
Hûtên deryan ji kêşanê hildikişin ezmên
avakirin: pêkhatin. ew
şevron e, kerî
bang dike. ronahî mîna ku
di derzên kevirên şikeftê de
diherike. tu ne
li kû, ne kî. Tu
diçî, daristan radiweste.
zemîn dizivire. Berx
xwe davêje deryayê.
sîberek…

Dostên hêja:
Yekemîn ahenga navîşkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweş bibim.

Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis
Oerbker Berg 6,
29683 Bad Fallingbostel

Roja Şemiyê 11.05.2024
Demjimêr: 14:00

Ezîz Xemcivîn

Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin…

Tengezar MarîniFelsefe çi dide û çi dike?
Pirsek ji wan pirsên mezin ên felsefê ew e: Felsefe mirov bextewar dike?
Her ji destpêkê ve, ev guman hebû, ku pêdiviya mirov î bi felsefê tune ye û felsefe bêsûd û beyhûde ye, lê baweriya kesên xwedan hizir dibêjin: Pir sûdeya felsefê heye. Eger em hinekî li wan kêşeyên…

Brahîm Mehmûd

Silava sibêde
Dikeve êvarê
Êvar di xew re diçe
Bang li xwe dixîne

Dest kete xeyalekî
Aso lêhate girtin
Qûnax lihevket
Dil kêferatkir

Hizrê daxwe
Bask xwe lê nekir xwedî
Terezoyê got çû ji min
Katejimêr matmayî ma
Dem tevizî

Ma ev çi zemîne?
Gewd ji xwe pirsî
Asîman li xwe nexweş anî
Hizr veciniqî
Û bi dû xwe ket

Rûxweşê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binefş û nêrgiz û gula ye
Bax û buhişt û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xweş û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e

*********Efrîn ciyê firîşt û kevoka…