Ebdilbaqî ElîAva zelal ȗ qerisî di germiya havîna bendewariyê de bi gewdê kurdên tiyê azadiyê de berdide.
Mîrê cizîra botan Miqdad Midhet Bedirxan pișî çend hewlên nebiserketî ,yên ku di riya çand ȗ rojnamegeriya kurdî de șikerst anî neçar ma ku hewlên xwe veguhêze cihekî dî ,ew hewldan li bajarê Qahîra paytextê misrê berhem aniye ȗ berî sed ȗ bîst ȗ șeș salan weke îro di sala 1898 an de bingeha rojnamegeriya kurdî damezirandiye.
Rojname ya Kurdistan dibe motika rojnamegeriya kurdî ,dibe mak ȗ dayika rojnamegeriya kurdî ,ji zikê kurdistanê çendîn çêlîk ȗ zarok hatine der,wek ( Hawar ,Ronahî ,…)
Ji koka kurdistanê çendîn șax ȗ çiqil kat dane ,li ser rêç ȗ șopa kurdistanê çendîn govar ȗ rojname di asmanê rojnamegeriya kurdî de hilatine ȗ serî hildane ,wek Rojname ya Kurdistan ya navendiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sȗriya ( PDK-S ) ku nîv mihane tê çapkirin ȗ derxistin li ser wê rêçê ye ȗ heman nameya kurdayetî hildigire ,pênasîna kêșe ȗ doza kurdî li sȗriya ȗ belav kirina wê girtiye ber xwe.
Dîroka rojnamegeriya kurdî bi hejmara govar ,rojname ,malper ,dezgeh ȗ alavên ragihandinê zengîne ,hin jiwan hene ku di riya xwede berdewamin ȗ hin jî di rê de rawestihane lê ked ȗ mîrasa wan di vê dîrokê de xwiya ȗ berçave.
Lê pirsa ku xwe têne ser ziman ewe ku piștî sed ȗ bîst ȗ șeș salan ji derçȗna rojname ya Kurdistan rojnamegeriya kurdî di çi astê de ye? ,rola rojnamegeriya kurdî çiye? ,cihê wê di nav alav ȗ dezgehên ragihandina nȗjen ȗ modêrin li kiwe?.
Gelo rojnamegeriya kurdî kariye xwe bigihîne karwanê ragihandina serdemê ȗ pêre bilive ,ango li gor alav ȗ pêdiviyên ragihandinê xwe nȗjen bike ?.

Şîrove (0)