April 20, 2024

Brahîm Mehmûd

Jêre dibêje:
Dilê te kevire
Gelo çend kevir li dilê wî ketine?
Çend şev çavsorî wî kirine?

Jêre dibêje:
Loo tu guh nade min
Gelo ew guhdarî li çi dikir?
Çi guh dûrî dil dike?

Jêre dibêje:Te ez har û dînkirim
Çi dil ji terezûyê dixîne?
Mejî li ber çi dimîne?

Jêre dibêje:
Te ez kuştim
Gelo dil enya laşî pêşiye
Ku timî li ber çave?

Tengezar Marînî

Rojeke bi serê xwe bû,
roja min tu dîtî,
ji bo yek dilopa baranê:
neynikê demên teng,
demên kurt, ji axê re vala kirin.

Sal çûn û hatin,xewna min
di bîrdankan de asê ma..
Kesek nema dizane, çi bû.
Ronahî zirav bû, zuha bû
hîna çirûskên tûj hene
Rûyê welatekî şahîk dikin
Asîman..
bi ser te de hate xwarê

Neynik giştî bû,
çavek bi kurtahî dinihêrî
qeremên min li…

Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn şêrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo şabe bilîlîn e
Yarê bo te xweş hêlîn e

Sing û berê wê zevîn eÇava veke tu bibîn e
Dilo cano çi birîn e
Yarê werê soz civîn e
Tu bizane xweş mizgîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo rabe bihejîn e
Yarê şox…

Konê Reş

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe hiştiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêşketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan,…