DILO


Ehmed Tahir

Dilo negrî,nelorîn e
Yarê naz û xwîn şêrîn e
Dêm gewher û por zêrîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo şabe bilîlîn e
Yarê bo te xweş hêlîn e

Sing û berê wê zevîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo cano çi birîn e
Yarê werê soz civîn e
Tu bizane xweş mizgîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo rabe bihejîn e
Yarê şox û xemrevîn e
Îro werê nav nivîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo jaro bejn û zîn e
Yara te çav xumalî ne
Fîstan sore,heprî şîn e
Çava veke tu bibîn e
Dilo haro ev evîn e
Yara delal birevîn e
Cih û warê te Mêrdîn e
Çava veke tu bibîn e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….