January 6, 2024

Ehmed Tahir

Hey perwana li ser gul e
Tu dermanê derd û kul e
Bihejîn e bejn û mil e
Eşqê têxe di van dil e
Hey kevoka li ser ban e
Hinguvê di nîvê şan e
Pir şêrîn û naz û can e
Êşa dilê min dizan e

Hey delala pir deng xweşêXwedya çen û dêmê geşê
Rengê porê şeva reşê
Sed xwezî bi mi…

Ebdulrezaq Ebdulrehman
Wergerandin ji Erebî: Hisên Osman

Her şev bi heyvê re tê civîna min… Çavdêriyê li liva pênivîsa min dike, dema ku ji xêzekê diçe xêzekê… nêzî min dibe, û pênivîs dûr dikeve…
Nêztir dibe û pênivîs dûrtir diçe… hevokan ji aşopa min dinivîse !?
Nêztir dibe û pênivîsa min ber bi xêza dawî ve nêz dibe…!?

Nêz dibe…

Şukrî Şêx Nebî

li benda …
pêpelokên kildanê
kilçîv zuhadibûn
Ii sînga dîwanan…?
ji şewşedana…
lêvên rewanê
wate dipijiqin
mîna
xewna şevnem û xunavan ?
ji zorezora…

xulîya awaza eyazê û omîdan
gulîbaskên sîmirgan
tên …
daf û xefka hûnanê …?
de rabe… !
xwe bi hevde
belku …
bask û baleyên sirûdan
deq û çînên xwe
ji destezora…
ba û bahozan bigre… ?
yan jî…
bila rok
tola xwe di hêvanê
serkêla peyvande bihêle ?
ne pêşe …
ne jî paşe…
ew…

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Em kanin di hejmara (26) an de van gotarên duhatî bixwînin1-(nêçîra hirç û pezkoviyan )Evdirehman Elî Ûnis.2-(mirovê ko pênc navên wî hebin)Qadirê Ferman.3-(dîroka Selahedîn,xelek 4)Osman Sebrî.4-(ji ber sendoqa Xanimê )Smaînê Serhedî.5-(dîroka jîna Napliyon,hepsê Napliyon,xelelk10)Osman Sebrî.6-(jinên Esker)Silêmanê Ferho.7-(Frencî û kirîstof Kolomb)Smaînê Serhedê.8-(balafir di bombavêjekê Birêtanî de) xwediyê Ronahiyê .9- (miriyê ko pasvanê xwe kuştîye)Xelîlê Genco.
10-(serbestî,ji…

Mizgîn Hesko

Hîn çivîk raketî
Û refê tiliyên min
Hişiyar…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê spêdeyê ye..?!

Hîn zûye…Destên spêdyê
Bi berf û mijê dagirtî
Ne Spêde ji xew radibe
Û ne jî tiliyên min î
Ku di nav porê spêdeyê de
Tevizî
Radikevin…!

Spêdeye…
Berf dibare
Û tiliyên min î
Ku di nav destên spêdeyê de
Lerizandî…
Fîdan û şitlên ku xak
Azirandî…
Û meyvegotinên ku ji xameyê
Wêrivandî…
Demjimêr çil û heştê
Nîvê…