July 2023

Rêber Hebûn

Derxistina reşepêşkirina deronî vexwendin e ji gunehê re ,li gel wê ragihandin dixebite di lîstina hartirîn rolên xwe de ji guhertina çêjdarê û mijûlkirina xelkê ji kêşeyên xwe yên rastîn ve û mijûlkirina wê bi tiştên bênirx ve, ne tenê wisa lê korkirina wê bi rêya islama siyasî ve wekî ku niha pê tê…

 
Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya wexera dawî ya Nivîskar û Helbestvanê mezin Lorî Tildarî bihîst.

Bi vê boneya xemgîn, Em bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya, Pirse û Sersaxiya xwe arastey malbata (Henîfê) ya rêzdar dikin û hêviya me ji Xwedayê Mezin ku giyanê Xwedêjêrazî Lorî Tildarî bi Behişta berîn şad bikî û hedar…

 
Bi xem û kovaneke mezin, me nûçeya wexera dawî ya Zimanzan, Helbestvan û Ronakbîrê kurd Dr. Feyzullah Xiznewî yê navder bi (Homend Hadar) bihîst.

Bi vê nûçeya xemgîn ya bi wexera Dr. Feyzullah Xiznewî dûr ji Welat ji Axa Bav û Bapîran, Em bi navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan, Pirse û Sersaxiya xwe arastey…

Konê Reş

Di vî çerxê 21ê de, eyb û şermek mezin e ji United National, Unesco û dewletên cîhanî yên azad û mirovhez re ku welatek wek Kurdistanê ta niha bê nav û sînor di nexşeya gerdûnê de maye..!
Eger tolhilda ji Selahedînê Eyûbî be, çi gunehê me heye..? Va 836 sal derbas bûn.. Heyfa vî welatê…

Mizgîn Hesko

Du…
Sê û çarbar e…
Mah û salan
Pencereya di biniya parsiwê elindê
Ji baweşîna nêrgizên evînê re
Vekirî bihêle

Bila xifişika nazenîn
Dema gihiştina zeviyên rewan
Ji mista destên spêdeyê
Û ji weşiyên hêviyê
Sinbil, bi sinbil
Peyal û peyal
Sermest bibe…!

Ew tiliyên min î vemirî bûn
Li lalezarê …
Vedigeriyan…!

Hezarbar e…
Bila tayên rîhanên omîdewar…
Di demsalên işqê de
Pencere, bi pencere
Ber bi bejna sirûdê ve
Hilkişin…

 
Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bi devera Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

Di…

 
Birahîm Qasim

Bo çi Şemala min vemirî?
Min Şalê xwe girtiyê
Çunkî min xwest ez wê ji bahozê biparêzim
Çima kulîlka min çilmisî?
Çunkî ez li ser bitirs bûm,
loma min bi hêz himbêz kir
bo çi ava çemî zuha bû?
Çunkî min bendavek ava kir, da tenê mifayê jê wergirim
Çima têlên Tembûra min qetiyan?
Çunkî min xwest dengê wê xurtir bikim.
 
TAGORE stêreke li…

 
Hejmara Hejdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê (Diyaloga çandan) e, Ji ber giringiya wê di pêşxistina peywendiyên şaristanî û çandî û nêzîkbûna tê xwestin di navbera gelên herêmê de bi giştî û karkirina ji bo diyalog û kiryara hevbeş li şûna dûrxistin,…

 
Rêber Hebûn

Û dibe ku ji reweşta netewên desthilatdar ve be ewên xwe bi demborîneke xwînî ve biçek dikin ku pêşde biçin ji bo bindestkirina gelên yên ku ji serweriya wan re xwe ditewînin, ev yeka di hişmendiya sîstema Tirkî de û çanda wê ya rabûyî li ser nefret û hilkişandina gelên ne Tirk diyar dibe…

Hejmara 105 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok, Lêkolı̂n,
Folklor û Helbestan jı̂ bixwı̂nin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Sînaryoyên çareserkirina kirîsa Sûriyê/Ebdulbaqî Huseynî
Gotar û Nerîn:
– Berdewama wêraniya Kurdan/Xorşîd Şûzî …..
– Dengvedanê nasnameyê: Pîrozkirina berxwedan û xweşikbûna zimanê Kurdî/ Şêrzad Mamsanî …..
– Me çima…