March 6, 2021

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 393 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Agirbaran di Rojhilata Navîn de -Agirî
2- Sergotar
Xweamadekirin bo teslîmbûnê – Kerîm Perwîzî
3- Daxuyanî “Navenda Hevkarî cinayetên wê dawiyê yên rejîmê…

Ebdulazîz Qasim

Her ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêşiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêşbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusión bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke baştir…

Serbest Urmiye

Piştî derketina bihara Erebî û serhildanên azadîxwaziyê di Sûriyayê de, derfeteke din kete destê rejîma Îranê ku bi hêceta parastina desthilata Beşar Esed û hikûmeta Beis li vi welatî, siyasetên şerxwazî yên xwe derbasî qunaxeke din bike û korîdora xwe ya Şîie, hindek din dirêj û berfirehtir bike. Bi xasma ku niha rêya Îraqê…

Ebdilmecît Şêxo

Di rojên
Bajarê xwe de
Ez piyasê dikim
Pişta min qiloç dibe
Lê ne ji ber bara
Tenên zêtunê
Bara henaran
Û seleka tirî

Tenê ji ber barên derd û êşan
Gava ez helbestekê bi bîra xwe tînim
Pêlên êşa dilê min
Dîsan hêmin dibin.

Di êvaran de
Rûdinim
Diponijim
Êş ji her aliyekê de
Min gez dikin
Min dixwin
Kovan min dişewitînin
Raman min sermest…