February 12, 2021

Cankurd

Dostê hêja, helbestvan û hunermend ê bi nav û deng Nîzar Yosif, pêr an berî pêr ji min re libek ji dîwana xwe ya taze „Hêlîna Xewnan“ hinart. Berê hîn destnivîs bû, min carekê xwendibû, lê ez ê dîsa bi dilgermî bixwênim, ji ber du tiştan, Yek- Zimanê wî wekî Kurdekî berê di civateke…

Şiyar Silêman

Bixwîne, bixwîne
Xwendin jiyan e
Bixwîne, bixwîne
Xwendin giyan e
Ji bona her mirovî

Xwendin can û rewan e
Hevaltiya pirtûkê
Bo jîna me derman e
Dost û yara herdem e
Civanê wê seyran e
Dostê wê her zana ye
Yê jê dûr e poşman e
******
Pirtûk raza jînê ye
Nîvişkê serboran e
Mirov bi çi tê nasîn? …

Gurkan Elhac

Were şox û şenga zozanê min
Netirse ahûka narîn
Nereve kûvîka bedew
Olê min de çerm û kurk , goştê xezala qedexe ye
Xwîna wan heram e
Bê neynik mam e

Dixawzim xwe di çavê te de bibînim
Serê xwe deynim ber siha te têr razim
xifşên te hembêzbikim
Di hêlana xewnên xwe de wan bihejînim
Destê xwe ser anya wan…

Mihemed Hemkoçer

Keçê dilê min xemgîn e
Ji dûrbûna te ji min da
Her roj dike dilezîne
Çima dilê min te berda
Bêje ji min çi divê tu
Bidim te, ez di wê gavê
Bes ji min re nîşanke tu
Derxîne dil ji hinavê

Ji ber wê eşq û sewda te
Dîl û dal û perîşan im
Nizanim ez çi bêjim te
Dîn û lal û bêziman…