December 2020

Ebdilmecît Şêxo

Li gundê xwe
Yê ku di hembêza
Çiyayekî rût û tazî de rûniştiye
Min bi xewnerojên xwe re
Şevbuhêrek li ber ronahiya

Hêvê
Û stêrka dilek windayî
Carna bi girîn
Carna bi şahî
derbaz dikir
Min dît çawa segên
Gundê me bi hev re
Devser roviyekê dikin
Bê vîna min
Bi dengekî bêzar û bilind
Min pirsek ji Xweda kir
Gelo! Eyan wê rojekê
RÊBER Û MÊBERÊN…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 388 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Meznahiya Gel/ Agirî
2- Sergotar (Nehvêd şevên dirêj) Kerîm Perwîzî
3- Yekîtiya Jinan bi hilkefta roja Pêşmerge rêz li jinên pêşmerge girt…

Înstûta Çanda Kurdî ya Viyênayê
Viyêna, 19.12.2020

Înstîtûta Çanda Kurdî ya Viyênayê Xelata Şerefname ya Çand û Zimanê Kurdî ya sala 2020î diyarî nivîskarê kurd Konê Reş kir ji ber ked û xebatên wî di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de. Konê Reş bi berhemên xwe yên li ser Malbata Bedirxanîyan roleke xwe ya pir giranbuha…

Gelê me li Rojavayî Kurdistanê çavên wan her li guftûgoya Kurdî-Kurdî bûn, û li hêviyê bûn ko di demeke nêzîk de rêkeftin di navbera herdû aliyên guftûgoyê pêk bê, û yekîtiya rêza tevgera Kurdî encam bide, lê ev bûyerên dawî ko li Rojavayî Kurdistanê çêbûn, didin xuyakirin ko pêvajo ber bi rêyeke nebaş de diçe,…

Konê Reş

Nizanim çima vê Beriya Mêrdînê, bela xwe di min de daye.. an min bela xwe tê de daye?! Em herdu bi hev re hatine girêdan û qederê em li hev banandine.. Qey qedera bav û kalên me ye ku ku ji sedê salan ve hêlînên xwe li ser xaka wê avakirine û…

Brahîm Mehmûd

Seqa sarbû
Gulek şiyarbû
Çav ronîda
roj li karbû

Hinasek da
Ar bi arbû
Seriyek Hilda
Neqşeyek li darbû
Deriyek vekir
Deriyek xarbû
Xwe sparte derve
Kolan harbû
Bejnek livand
Bejne marbû
Dil xwe veda
Jêre darbû
Sîber hejand
Xwezî yarbû
Zemîn firand
Jiyan warbû
Min xweda ber
Nav diyarbû
Bûm niştecî
Ku ew jî şarbû

Ibrehîm Şitlo

Ji destpêka Jiyana Meruvantiyê bi dehhezar Salan, dema yek Kes rastî hinekan dihat bi awakî xwe pêşkeş dikir. Ew carna bi desthildanê an bi Dengekî pêwendiya xwe dida pîşkeşkirin.
Silav bi çi rengî bête dayîn ew Nîşana Destpêka Pêwendiya Du Kesan an Hejmarek bîtir nêzîkî hev dike.
Silav di Kultûra hemû Milletan de Nîşana Aşîtîyê ye….

Brahîm Mehmûd

Bu Ezîz Xemcivîn

Digot
Min “duh ” xwe naskir
Dema devek zilindar bi jidayikbûna min ve çêbû
Yaw ma ewqas zilindarî ji ku derbû?
Yaw ma çima ew lerizandinek bi coş di damarên min de liba dibû?

Min ” duh ” xwe naskir
Dema jiyanek teres bav xwe bi ser min de avêt
Rêyek ji gumanan min hogirî…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 387 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Ewlehiya hilweşiyayî / Agirî
2- Sergotar (Veqetiyan, bihevrebûn, heliyan) /Kerîm Perwîzî
3- Peyama Mistefa Hicrî, lêpirsyarê giştî yê PDKÎ bi helkefta 16ê…

Ebdulazîz Qasim

Heta niha ne xuya ye ku rêveberiya “Joe Biden” wê çawa serederiyê ligel krîzên Rojhilata Navîn bike, hemû şirovekarên siyasî çavrê vê yekê ne ku “Biden” wê bi awayekî cuda ji siyaseta “Trump” serederiyê bike, bi taybetî li Sûriyê, ku dibe Amerîka bi roleke kartêker rabe û guhertineke mezin bêxe di siyaseta xwe de,…