November 2020

Brahîm Mehmûd

Dibêjin mêre ew çiku nêre
Bi rojê roviye bi şêvê çi şêre
Adem li jore Hewwa li jêre
Xwedê jî pêre ayin jî pêre
Yasa jî pêre û maf jî pêre
Ma çi ne pêr re çi ma ji jinê re?
Rastî ya wiye ji xwere dihêre

Gotin ya wiye ji xwere didêre
Xweşî ji wîre reşî ji wê…

Zilan Hemo

Min ji destê te
piyala hezkirinek qaçax wergirt
Siya min
Min di labîrenta awirên xwe de
hûnda ke

Bihêle ez tenê carekê bi dîtina te
xwe sed carî bikujim
Ez bûme wek perçemoka
aşiqî rojê bûye
Ber ve te ve difirim
Tu dereng mayî
Di devê deriyên kenên min de,
pîrhebokan konên xwe vedan
û jê koç kirin
vegere
min lêvên xwe li ser dêmên…

Ebdilmecît Şêxo

Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş
Li çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîştî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane
Zû were!

Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piştê vekiriye
Tikaye!
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Neçe çiyayê Hawarê!
Li askan negere!
Bila ez îro nêçîra te…


Konê Reş

Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê şer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikşînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min û te ye…..


Zîlan Hemo
Min çavên xwe ji bo te kirin gerdenî
tu tenê carekê çavên xwe ji bo min veke
Ez nemam
her ku xwe perçe perçe
ji te re rê bikim
ez nemam

Vegere min vegerîne
pîne pîne careke din min pev de bidirû
piştre min weke cilekî nûdirûtî
nekewîne
ji xwe te ez li benda xwe têr kewandim

Wêne: Laleş Ebdulrehman

Konê Reş

Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye:

Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî…

Heyder Omer

Polîtîk çî ye? Hema bi kurtahî, tê gotin, ku polîtîk hunera degoncî ye (mumkîn e). Li gor vê danasînê, divê siyasetmedar zîrek be, degonciyê û estemeyê (mustehîl) tev li hevdu neke, wan ji hevdu veqetîne, nekeve ber dava dîmagogiyê, sozên birîskedar (şewqdar), ku hestan ji bo çepikan, dihurhutîne, nede cemawer û civakê. Siyasetmedarê berevacî…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 386 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Salek piştî kuştarê -Agirî
2- Sergotar (Herifîna Îranê) /Kerîm Perwîzî
3- Peyama PDKÎ bi hilkefta koça dawî ya Dr. “Firset Sofî”.
4- Maka…

Ebdulazîz Qasim

Hewldanên rejîma Sûriyê her ji despêka damezrandina dewleta Sûriyê ve û heta îro ji bo vajîkirina dîroka gelê kurd berdewam in, bi taybetî piştî salên 60`î yên sedsaliya borî, ku gelê Kurd heta di pertûkên xwendinê de wekî revend û koçber dihat nasîn, piştî desnîşankirina Bişar Esed wekî serkomarê Sûriyê li şûna bavê wî…

Brahîm Mehmûd

Dengek ji beşişandina dilan
An giyan
Ey giya
Hêrzek ji coşa xakê
Govendek ji bêdengiya hinasên nehêniyan
De were ha ji tere giya

Gevizandina steyrikan bi şevan
Sermestin li ser giya
Mebes tu be xwe giya
Daketina çiyan
Ji bilindbûna xwe
Daku rengê giya ezber bikin
Û ji tenêtiya xwe re bilorînin
Û bibijin hey lo lo hey lê lê giya
Robar xwe bi şînkaya giya şehdikin

Alfabêya giya
Ji…