June 2020

Lazgin Dêrûnî

Li vê jîna bi êş û him bi azar
Dibînim ez li ber çavan xetên xwehr
Li dinyayê tenê kurd mane bê war
Di bin destan gelek riswa û bê par

Welatê min ji zîv û zêr tijî xêr
Ji lewra dijminan hatin kirin çar
Dixwazin em bi aşîtî bibin yar
Mixabin ew li hember me gurên…

Zagros Osman

Li Qiraxa Zinarekî Serhişk
Ezê êşê binivîsim
ez … Nifşê windabûnê me
Lehiya Êşdiîtinê .. me

Pêximberê Meşextbûnê .. ezim
Ey Kujerê Peytikên Dilkutkên min
Ey Kevir .. ey Dilê Xwedan
di bin Niqriya Dildariyê de
Kuçê Siyemîn Ezim
Ey Paşayê qedexeyên Dehbe
Ey Yasayên hêçketî
Ey reyandina Dojehê
Ey Dîwarê dilodîniyê
Tu Xwedanê tundre…

Berzan Şêxmûs

Yek ji nîşanên hebûna gelan mîna gelekî resen hebûna Ziman û hebûna kultûr û wêjeya wî, kesên ku di herdû waran de kar û xebatê dikin mîna stîrkan .. kesên xwedan bandor têne naskirin û bi tiliyan têne nîşandan ji ber ked û xebata wan di ber pênasîna gelê wan û hebûna wan gela…

Idrîs Hiso

Mamoste Emar ji parêzgeha Laziqiyê hatibû, li gundê me bibû mamoste, di dema wî de ez pola du yan sêyem bûm, wate destpêka salên notî bû, baş nayê bîra min.
Di wan salan de, hîna jî deverên me xwedan kem û kurtî bûn û mamoste ji bajar û parêzgehên din yên Sûriyê dihatin gundên Cizîra…

Idrîs Hiso

Li Tirkiyê, welatê ku li ser terorkirina netewe û miletên deverê avabûye, bi tenê tu Kurd bî, têra wê yekê dike ku tu bibî hedef û were kuştin.
Dibe ku tu bi Kurdî neaxifî, lê tu ji yek ji deverên Kurdistanê bî û tu Kurd bî, dîsa eger heye tu bê kuştinkuştin û piştî çend…

MAHMOD OSO

Fermo hevalê tu were ba min
Bipirse li min, çi bûye halê min
Têkeve nav çar parçê dilê min
Efrîna rengîn baxçê dilê min

Hewlêra şêrîn ,rih û canê min
Mahabad lê hene gazincên min
Li amedê bûm ew paytextê min
Bawer bike tu sermeda……min
Çav reşe dîlberê eywanê min
Min da te bi erzanî xwînê min
Wêneyekê çêkim dîlbera min
Çar rêza sor çêkir…

Cemşîd Bagokî

Di dawiya heyva Gulana /2020an de, dehemîn dîwana Konê Reş bi navê (Qamişlo-Pol: Helbest û Pexşan), bi çapeke taybet û xwemalî li Qamişlo hatiye çapkirin. Berî neh, sisê dîwanên wî ji mezinan re bi navê: Welato!: Beyrût/ 1998, Dergehê Jîn û Evînê,: Beyrûrt/ 2001 û Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Duhokê/ 2010 hatine çapkirin û Sê…

Dr.phil:Ebdilmecît Şêxo

Şêx Riza Talbanî yekek ji helbestvanên li Kuristanê bi gîştî û bi taybetî li Kuristana Başur gelek naskirî ye,ew di sala (1842)an de li gundê Qirxê,navçeya Çemçemalê,herêma Kerkukê ji dayik bûye,ew lawê Ebdilrehmên e û ji êla Talbanî ye,bavê wî jî mezinek ji derebegên Talbaniyan û serokê Şêxên Qadiriyan bû,Şêx Riza hîn di çûkaniya…

Dema em dîrokê bibîrtînin û di wan kesayetiyên ku pencemorên xwe li ser hiştine diramin û diponijin, divê berî her tiştî em xwe biparêzin ji têwerbûna di nehêlên sexte û stûxwarkirina rastiyan de bi mebest û armancên bazirganiyê ku weka kelûpelên berdest û serlhêl di bazarên bêciran de pêşber dikin ji bo kirîna mafê tomarkirna…

Seîd yûsif

Hesen Hişyar Sêrdê. (1907_1985).

Gelo ezê çi bibêjim!?
Li hember kesayetekî, weke Hesen. ew mirovê mezin bi nav û deng, û afrendêr. ziman tê girêdan, pênûs xwe paşdixe, derûn û can saw digre.tirs û fediyamin, ji van çend hevok, û gotinên kurt, li ser jiyanaeke, demdirêj û dagirtî, bi bûyer û serpêhatiyan, û ked û…