DILÊ ÇAR PAR


MAHMOD OSO

Fermo hevalê tu were ba min
Bipirse li min, çi bûye halê min
Têkeve nav çar parçê dilê min
Efrîna rengîn baxçê dilê min

Hewlêra şêrîn ,rih û canê min
Mahabad lê hene gazincên min
Li amedê bûm ew paytextê min
Bawer bike tu sermeda……min
Çav reşe dîlberê eywanê min
Min da te bi erzanî xwînê min
Wêneyekê çêkim dîlbera min
Çar rêza sor çêkir şêrîna min
Li bin holkê bijîm ew mala min
Jê netê der ew buhişta …min
Bi hêrs xwe berde tu fermana min
Bi destê tey naz avakim gulîstana min
Bi çîne gul û nêrgiz dor dera min
Ji gorê rabim jîn û jiyana min
Kesk û sor û zer tu zodara min

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…