May 2020

Hejmara 88 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Nivîsara sereke:
– Di navbera qeşengiya buharê û geşepêdana rewşenbîriyê de / Cemîl Ibrahîm
Nerîn û Gotar:
-…

Lazgin Dêrûnî

Em kengî dikarin ji yekî nivîskar re bêjin nivîskarê kurd?ji ber gelek caran guftûgo li ser vê pirsgirêkê tên kirin û kesin berûpêkan didin kesên ku ne bi zimanê kurdî dinivîsin ji ber qedexekirina zimanê kurdî li Kurdistanê bi giştî .
Helbet kesê nivîskar cihê rêzgirtinê ye û ji mafê wî ye bi çi…

Dîlan Temî

Piştî kêlîkekê ji dayîkbûna mirov, nav, ol û regeznameya wî tê
hilbijartin bê ku tu caran were pirskirin ka ev zaroka piştî mezin bibe,
gelo wê ji navê xwe hez bike, bi regeznameya xwe serbilind be yan jî ji
ola xwe razî be?
Helbet ev tiştina mirov ji xwe re nikare hilbijêre, mixabin ol jî…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Ehmed li gundê Batê,li navçeya Hekarî di sala (1417) an de ji dayik bûye,ew ji êla Ertoş e,lê li vir pêwîst e jî ku em nirîna lêkolînerê dîroka Kurdî Ebdilreqîb Yosif jî dermafê navê helbestan Mile Ehmed jî bidin xûyakirin,ew dinivîse:Riya min bi herêma Hekarî ket,min ji hin kesên malbeta Batî pirsî ku navê…

Nizar Yosif

Hemî can winda dibin,
Xatirxwaziye ku sibehê ji xew rane bim.
Min biçîne,
Gul ê vebin.
Tovên meywe yên ji dil ketîn,
Lêvên zuha û westiyayîn,
Ji tavê re rûgehin.

Bi kefî ya rondik mêtî,
Min hilgire,
Bi be çiyan.
Li bin dara berûw a hişk,
Da ter bibe,
Ji vî giyanî,
Sembola wargehê xanî.
Li ber siha dikeyê dildarê bê…

Komîta xelata Palo a afrandinê biryar da, ku xelata îsal 2020 bighê helbestvanê Kurd Xemgînê Remo ji ber dana wîyî pir di warê dahênanê û çanda kurdî de, û ji ber ku îsal bîranîna 29 sala ye li ser koçkirina Seydayê .Palo derbas dibe, ku di roja 9. Gulanê de bû
Yekîtîya giştî a Nivîskar û…

Mehmûd Biro
Bê goman kolana kurdî bê hedan libenda encamên diyaloga kurdî ye, ya di navbera herdû aliyên tevgera siyasî de, ENKS ê û pyd ê. Ev yek jî nîșaneke ku gelê me nêzîbûnek bilez dixwazê û liser bingiha programeke siyasî zelal jibo xizmeta doza gelê kurd liser xaka wî ya dîrokî Kurdstan.
Her tișt di guhertinên…

SEID YUSIF

HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ (1883_1947)z.HUSÊN KURÊ, ABDLETÎFÊ ŞÊX ÎSMAÎLÊ ŞÊX ÎSA YÊ ŞÊX LETÎFÊ XIZANÎ
ji dayik bûye, û tê ser rûkê zemînê, li gundê :BENDE GENDÎ. derdora mehabadê, li rojhilatî kurdistanê.
Roja 12 ê êlûnê, sala (1883)ê. weke ku Dr. ÎBRAHÎM XELÎL ALLAF. Diayr kirîye, lê mixabin hinin din dinivîsin, di sala 1893,an çêbûye.
Weke hûn…

Bavê Zozanê

Baş tê bîra min berya 30 salî û bîtir jî xwedê jê xweş hunermendê hêja yê bi nav û deng Se`îd Gabarî li gundê me li Cimayê li rojavayê Kurdistanê li daweta xortekî da ,ji xwe ji ber ew bû ,dawet bê ser û ber bû her kesê ku bihîst ku hunermend Se`îd Gabarî…



TÎRÊJ

Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê

Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna şemamok…