GEWREYÊN KURD

  SEID YUSIF

HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ (1883_1947)z.HUSÊN KURÊ, ABDLETÎFÊ ŞÊX ÎSMAÎLÊ ŞÊX ÎSA YÊ ŞÊX LETÎFÊ XIZANÎ
ji dayik bûye, û tê ser rûkê zemînê, li gundê :BENDE GENDÎ. derdora mehabadê, li rojhilatî kurdistanê.
Roja 12 ê êlûnê, sala (1883)ê. weke ku Dr. ÎBRAHÎM XELÎL ALLAF. Diayr kirîye, lê mixabin hinin din dinivîsin, di sala 1893,an çêbûye.
Weke hûn dibînin, deh sal, kêşe heye, gello kîjan dîrok raste?

Ez nezanim ! lê di bawerîya min de, a rast weke Dr. ALLAF diyar kirîye, ji ber çi.?  sedem çî ye??

Ji
ber ku di sala  1905 de. digihêje RÛSYA yê, di wê demê de temenê wî
çend sal bûn? Ez ne bawerim, ku zarokek, temenê wî  /12/salî bikaribe bi
tena xwe here, RÛSYA yê, ev çîrok nakeve, mejiyê mirovan,
HUSÊN, di qonaxa jiyana xwe ya, pêşinde de, fêrî, zanistên, olî dibe. Li ber destê BAV Û XALANÊN  xwe.

DI
qonaxa, jiyana xwe, ya duyem de, ew xwe bi xwe, fêr dike, ji ber ew
kesayetekî zîrek û jêhatî bû… dest bi xwendina, dîroka kurdî dike bi
kûranî, û tore û ziman, û zanistên, nûh û modêrn.

MÛKIRYANÎ : tê
naskirin, weke, kesayetekî, evîndar, û aşiqê koçberîyê, di hundurê nava
wîde, kelek germ hebû, Agirekî, vêxistî, sar nedibû, weke VOLKANEKÎ,
vêxistî, û çalak. ne dihişt ew raweste, ji ber vê kelê, ew bi çolê
dikeve, û rêya rêwîtîyê dide ber ç`avê xwe. diçe : MARAXA, TEBRÎZ,
YÊRÎVAN. ta di gihêje MOSKO. paytexta RÛSYA YÊ…..du salên jiyanaxwe,
derbasdike, di nav bera… MOSKO Û BUTRISBORGÊ de.
                                   _   1 _
        ___________________________________

Paşre
HUSÊN tê turkî ye û niştecih dibe li bajarê îstanbul. hîndarî kolandin û
nqşan, li ser kevirê giranbuha, dibe. ew Du salan  jiyana xwe dubhêre
li wî bajarî.

MÛKIRYANÎ, serdana ÎRAN, dike, û EFXANISTAN… HINDISTAN… SÛRYÊ… LIBNAB… MISIR… HÎCAZ…
Tê gotin, ku  cillê, EFXANÎ li xwedikir,  xwe pê vedişirt, bo tu kes wî nasneke.
li
hemî deverên kurdistanê geriya ye, û şopandîye, di wê çaxêde ewî hemî
dîtinên xwe, di nivîsîn bi zimanê KURDÎ, û di hat belavkirin di
Rojnameya KURDISTAN. ya li QAHÎRE di hat çapkirin.
 
MÛ KIRYANÎ
carekedin koçber dibe. lê vê carê ber bi EWROPA yê diçe, xwe dighîne,
FERENSA Û ALMANYA.di wan salên xerab û asteng de. sala /1915/.an.
Diçe
BERLÎNÊ. çapxaneykê dikire ya tîpên erebî, û vedughêze,HELEBÊ LI SÛRYÊ,
û wê çerx dike li gorî alfebeya KURDÎ,ya tîpên EREBÎ, ji ber vê yekê.
dîroknasê KURD : CELÎLÊ CELÎL diyardike ku MÛKIRYANÎ : weke sazimankarê
ALFEBEYA KURDÎ YE.. lê hinek dibêjin ku XELÎL XEYALÎ ew sazimankre.

Li
HELEBÊ, MÛKIRYANÎ dest bi çapkirina kitêb û rojnama û kovaran dike. û
belavdike bi rengekî veşirtî û bi dizî, lê mixabin, desthilata FERENSAWÎ
ew qedexe dikirin, je ber ku ne dibin sîya bercewendî, û sûda siyaseta
wê debû. ji wan kovar û rojnama weke tê gotin :_ARARAT…KURDISTAN…
BOTAN… ÇIYA KURMANC…. DIYARBEKIR…. SORAN…. lê mixabin,
tu jimar ji wan neman, û ne hatin dîtin, ji ber vê sedemê hinek bawerîyê bi hebûna wan nakin ji binîde.

Çapxaneya MÛKIRYANÎ berdewamdike li helebê ta sala /1925/an.
Dema
şoreşa ŞEX SEÎD PÎRAN vêdkeve li bakûrê KURDISTANÊ. di vê demêde
MÛKIRYANÎ çapxaneya xwe vedughêze, di navbera, REWANDOZ  û BEXDAYÊ, û
piştî dema /6/mehan, careke din wê vedughêze REWANDOZÊ, û navê wê dike :
ZARÊ KURMANCÎ.

                                      _ 2 _
____________________________________________
MÛKIRYANÎ,
tê naskirin wek kesayetekî, ensklopîdî,…. Torevan… Ristivan…
Dîroknas… Rojnamevan.. Zanyar… Hozan.. Hunermend..
Jiyanek.. Derbaskir, di bin astengî yê û alozîyan de. him belengazî, bêwarî, geh li ber dadgehan, yan di zindanande.

ne bû xwedî mal û kevanî,ewî jiyanaxwe, bi komikî xist bin pêdiviyên millet û welatêxwe,ew can fîdayê kurd û kurdistan bû,

Weke,
tê zanîn, ew bi serbestî, bi zimanê FARISÎ, EREBÎ, TURKÎ, RÛSÎ, HIDÎ,
EFXANÎ. zanîbû, ji bilî zimanê kurdî. Û pak zanîbû bi zimanê inglîzî, û
ferensî.

MÛKIRYANÎ xwedî dost û heval bû. têkiliyên wî, bi gellek
kesayetên, balkêş û binav û dengre hebûn, wek : MIHEMD EMÎN ZEKÎ BÊG,
TEWFÎQ WEHBÎ, REFÎQ HULMÎ, PÎRÊ MERD,
KAMÎRAN Û CELADET BEDIRXAN. û herdû KURDNAS, û KURDLOCÎYÊN
 RÛSΠ : FILADÎMÎR  MÎNORISKÎ( 1877_1966) û BASÎL NÎKÎTÎN(1885_1960).

MÛKIRYANÎ,
di sala (1943)an.diçe bxdad. û li wir niştecîh dibi, ta giyanê xwe ji
dest didi, û diçe ber dilovanîya xwedayê xwe.di /21/9/. Sala(1947)an.

Piştî jiyaneke, kurt û dagirtî bi berxwedanê de. di ber zanistîyê û  wêje û toreya kurdî de.
Li peyxwe hişt çapxaneya xwe, û bi dehan kovar û rojname, û kitêb, û hemî bi zimanê KURDÎ. ji bilî hinan, bi zimanîn din.

Nuha,
peykere MÛKIRYANÎ YÊ KURD, li REWANDOZÊ, serê wî bilnde, û musîxaneyek
bi navê wî avabûye, têde hatiye parastin hemû pêdiviyên wî. Yên ji tore û
antîkên wî  :weke çapxaneya wî u hemî jimarên, kovar, û rojname, û
berhemên wî ji kitêban. Dilivaniya yezdanê mehrîban li giyanê te be,
kesayetê giran buha.

Nivîs  SEÎD YÛSIF. Hesekê./29/ 4/2020/

المراجع باللغة العربية فقط:
١_ أ. د. إبراهيم خليل العلاف. المؤرخ حسين حزني
 موكرياني. مركز النور الإلكتروني للدراسات.
٢_المؤرخ الكوردي الشهير وقصة مطبعة كوردستان في حلب.
 مقال منشور في موقع مجلة آفشين الإلكتروني.
٣_د.مهدي كاكائي, المؤرخ والأديب الكوردستاني الكبير حسين حوزنيموكرياني، مقال منشور على صفحته في. f.

   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…