April 2020

Nayif çolo

Ez bûm birînvanê birînên
Şevên te
Hêdî hêdî bi tayê evînê
Min
Birîna laşê tentiya te didrût

Bi hişbirekî ji awazên baweriya min bi hebûna te
Min jena tirasa te di xew re dibir
Bê ku ez riswa dil bikim metirsiyek
Min jenîna wî dikir dahola şahiya
Kêfxweşiya wî
Min tu carî nedpirsî ji…

Ebdilmecît Şêxo

Di Balyozxana Xwedê de
Heroj ez
Rojekê tenê ji temena xwe
Li nik firişteyên
Zarokên bajarê xwe
Dirêj dikim.

xxx
Ez hîn bextewar im
Ku firişte barana dilovaniyê
Bi ser çîmena dilê min de
Dibarînin
Mijên ezmana kolanên me
Gorne dikin
Razên dîlberan jîndar dikin
Û zîndiyên mirî vedijînin.
xxx
Hîn pir baş e
Ku ez kanim heroj
Rojekê ji…

Idrîs Hiso

Temenê yaneyê bû 5 sal, û hejmara pirtûkên ku di çalakiyên yaneyê de hatine xwendin gihşte 100 pirtûkan.
Berî 5 salan û piştî ku Iraq û Sûriyê rastî çeng û şerekî şêt û bê sînor hatin, Herêma Kurdistanê bû zemîneyeke aram ji bo xelkên sivîl û hezkiriyên çand, huner û jiyanê.
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê,…

Idrîs Hiso

Romana Zêro romana yekemîn a nivîskarê Kurd ji
Rojavayê Kurdistanê, Ezîz Xemcivîn e, roman di sala 2019an de ji aliyê
weşanxaneya SERSERA ve hatiye belav kirin.
Mirov dikare bêje di salên
dawî de hejmareke berbiçav ji romanan ji aliyê nivîskarên Kurd ve li
Rojavayê Kurdistanê hatine nivsandin, bi şêweyekî ku mirov hest bi
geşepêdanekê…

Idrîs Hiso
Çayxane di çand û dîroka Kurdistanê cihekî xwe yê taybet heye, berdewam li çayxaneyan kasayetiyên siyastmedar, rewşenbîr, nivîskar û helbestvan dighan hev, li wir hemû mijar bi azadî û bi dengê bilind dihatin gotûbêj kirin, dibe paşeroja welat li çayxaneyeke wek a Miçko li Hewlêrê, an jî li çayxaneya Gel (El Şeeb) li Silêmanî…

Idrîs Hiso

Roja 24.02.2020an li Sentera Akadîmî û Komelayetî ya EnKawa li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bi boneya imzekirina pirtûka wî ya bi sernavê Dema Şahîno Distirê, Sê Şano simînarek ji aliyê Encûmena Rwşenbîrî ya Vekirî ji nivîskar Ehmed Ismaîl hate saz kirin.
Hejmarek ji nivîskar û hezkiriyên wêje û şanoyê li simînarê amadebûn, simînar ji…

Ez Deham Ebdulfettah û malbata xwe, em spasiya hemû xwîşk û biraderên xoşewist dikin, ewên ku beşdarî behiya me bûn û xemgîniya me bi koçkirina kurê me (Îqbal), bi me re parvekirin.
Em ji Xwedayê dilovan tika dikin ku wan biparêze û sîwana jiyaneke asûde, bê kul û keser li ser wan vegire..!
Deham Ebdulfettah.
Amûdê 5/4/2020
.

Xelata Subartu ya nerxdana lêkolîna zanistî 2020 hat dan bo mamoste
Ebdusemed Daûd:
Rojbûna wî li gundê Girkê Deqûrya; başûrî bajarê Amûdê 25.11.1948.
Sala 1973an ji zanîngeha Helebê fakulta Endazyariya çandiniyê der çû. Û ji sala 1991ê û virde wek berpirsiyarekî di sandîkeya endazyaran de hat helbijartin.
Di pirr mijaran de nivîsand lê bêhtir di war lêkolîn û belgekirinê…


Giryan Seyro

Heya wek vê gavê hîn li ser danasîna têgeha Rewşenbîr nehatiya lihevkirin, ango şirovekirina vê têgehê hîn di hewildanan de ye, lê wilo jî hemiyan tekez kiriye ku Rewşenbîr ew e, yê ku pêşengiya civakê dike, û herweha ew e, yê ku êş û nexweşiyên civaka xwe tîne holê û di heman demê de…

Ebdilmecît Şêxo

Birîna min devliken e
Hêviyan di dilê xwe de
Tev gulên spî diçîne
Di nav zîpêkên reş de
Destên xwe dide hevalên xwe
Û bi hev re bîst û yek mûman
Di şikevtên bîreweriyê de
vêdixînin.

Birîna min sipî ye
Bêhna berfa çiyaya Hawarê
Û çêja henarên Basutê
Ji nav lêvên wê diherikin
Carekê mîna kotireke sêwî
Dike nalîn…