Helbest u Vidyo

Zindiyê mirî


Ebdilmecît Şêxo

Di Balyozxana Xwedê de
Heroj ez
Rojekê tenê  ji temena xwe
Li nik firişteyên
Zarokên bajarê xwe
         Dirêj dikim.
  
xxx
Ez hîn bextewar im
Ku firişte barana dilovaniyê
Bi ser  çîmena dilê min de
       Dibarînin
Mijên ezmana kolanên me
       Gorne dikin
Razên dîlberan jîndar dikin  
       Û zîndiyên mirî vedijînin.
   xxx
Hîn pir baş e
Ku ez  kanim  heroj  
Rojekê ji temena xwe
Li nik firişteyên gulzer
       dirêj dikim.
Efrîn,2019

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…