Bawerî…


Nayif çolo

Ez bûm birînvanê birînên
Şevên te
Hêdî hêdî bi tayê evînê
Min
Birîna laşê tentiya te didrût

Bi hişbirekî ji awazên baweriya min bi hebûna te

Min jena tirasa te di xew re dibir
Bê ku ez riswa dil bikim metirsiyek
Min jenîna wî dikir dahola şahiya
Kêfxweşiya wî
Min tu carî nedpirsî ji şevê
Ka qelenê aramiya te ji bo yara min
Çend azarin ji bo canê min
Min xwe nedispart demê ji bo
Cenga desthildariya dudiliyê li ser dilê te
Yekser min kiryar dikir lehengê
Evîniyê
Evzelêlka birînên evîniyê na miçiqe
Ku
Derman ne ji baweriyê be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…