April 9, 2020

Burhan Hesso

Helbest birîndar e
Derman
Ax
Av
Ba yê welat e
Ez ne sax im
Ne mirî me
Gulokek rîs ê kevir î
Di hengaw a dil de ,bi takên xwînê re,têtin ristin
Gerdena min mîna Teşiya Dayka min
Qîrîn û kesran dirêse

Dilê min mîna gulokek kevir
Li pey Teşyê
Diçe,tê
Diçe ,tê
Tê û diçe
Serê min li dîwarê ramanan dikeve
Xwelya bîranînan ji kuloxê poşmaniya min…

 
Bê guman û piştî demeke kurt ji çapkirina berhema
helbestvan û nivîskara kurd Mizgîn HeskoLi ber pala welatekî birîndar diherikîm

îro jî li Berlîn ê, paytexta Almanyayê çapa duyem
ji berhema Mizgîn Hesko/ Ber bi werzên hezkirinê ve/ ronahî dît.

Ber bi werzên hezkirinê ve, ji weşanên Sersera ye,
ku Dr. Beşar Mistefa xwedanê weşanê ye.tabloya berg ya şêwekarê kurd…

Ehmed Mustefa

Ey welatê birîndar
Dil ji bo te evîndar
Erd û asiman bihejî
Can gorî me tu xelat

Çend salin te nabînim
Jiyan bûye goristan
Pir girîyam li ser te
Can û laş bû pêt û ar

Bi hewar û bi qêrîn
Perîşanim dil Xemgîn
Ey feleka dil xayîn
Biçirîne ev zincîr

Roj li me bûne sal
Çar dil kirin jîna sar
Ey welatê evîndar
Şîyar bike…

Nayif çolo

Ez bûm birînvanê birînên
Şevên te
Hêdî hêdî bi tayê evînê
Min
Birîna laşê tentiya te didrût

Bi hişbirekî ji awazên baweriya min bi hebûna te
Min jena tirasa te di xew re dibir
Bê ku ez riswa dil bikim metirsiyek
Min jenîna wî dikir dahola şahiya
Kêfxweşiya wî
Min tu carî nedpirsî ji…

Ebdilmecît Şêxo

Di Balyozxana Xwedê de
Heroj ez
Rojekê tenê ji temena xwe
Li nik firişteyên
Zarokên bajarê xwe
Dirêj dikim.

xxx
Ez hîn bextewar im
Ku firişte barana dilovaniyê
Bi ser çîmena dilê min de
Dibarînin
Mijên ezmana kolanên me
Gorne dikin
Razên dîlberan jîndar dikin
Û zîndiyên mirî vedijînin.
xxx
Hîn pir baş e
Ku ez kanim heroj
Rojekê ji…