July 2019

Ebdilmecît Şêxo

Dûrî we,
erê dûrî we,
lê pir nêzîkî we jî,
tenê sermiyana min belengazî ye,
tenê sermiyana min hêvî ye,
tenê sermiyana min dilopên xwînê ne,
û dilek di singê min de dikele.

Erê zarên min !
çirên dorhêla min vemirîne,
tenê stêrkeke min li ezmana heye,
em bi hev re mijûl dibin.
Erê zarên min !
tenê çend peyvên min
ji we re diyarî ne,
ji xwe re bikin gurzên gulan
û…

Konê Reş
Îro (27/07/2019), Seydayê Saadeddînê Seyda yê ku wek şahidekî bû ji gelek bûyerên Beriya Mêrdînê re, di mala xwe de li bajarê Amûdê koça dawî kir.. Berî salekê, di roja 16/7/2018`an de, ez û Dr. Mustafa Henîfê çûbûn serdana wî û min ev nivîsa xwarê nivîsandibû. Fermo, wek wefadarî di roja koçkirina wî…

Dîdar: Macid Mihemedwergerandin ji Erebî: Şiyar Silêman
Tê zanîn ku dema şoreş vêdikevin , çi yên ku bi ser dikevin û çi jî yên ku ji encama fakterên navxweyî an jî derekî paşdikevin. An jî dema şer li cihekî dest pê dike û bi têkçûna aliyekî yan hemî aliyan bidawî dibe. Beşek ji mirovan hene li…

Hejmara 80 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Pîrozbahî … Boniye Cegerxwîn
Nerîn û Gotar:
– Gotina YNRKS di…

Idrîs Hiso – Gewîlan

Roja 15.07.2019 bi boneya 68 emîn slavegera koça dawî ya mîrê çand û kurmanciya nûjen mîr Celdata Alî Bedirxan simînarek li kampa Gewîlan ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê hat sazkirin.
Simînara ku bi sernavê Şoreşa Ku mîr Celadet Agirê wê Dadabû berdewame li Sentera Rewşen Bedirxan a Rewşenbîrî û Civakî bi…

Idrîs Hiso

Îsal 68 sal di ser koça dawî ya mîr Celadet Bedirxan re derbas dibin. Bedirxanî û di dawiya desthilata Osmaniyan de dixwestin Kurdistanê ji bin nîrê dagîrkerî û bindestiyê rizgar bikin.
Lewma ev malbat rastî hemû kiryarên hovane yên desthilatê hatin û biryara sergûniya wan ji Kurdistanê derhat û êdî ew li seranserî cîhanê belavbûn.

Piştî…

Qado Şêrîn

Gelek cudahî di navbera Pdk û Pyd de hene, belkû zulm e mirov herdûyan li beramberî hevûdu deyne.
Pdk li başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de bi serket, lê ji bo rêkeftin û yekrêziyê biparêze, û hemû aliyan bi xwe re bike hevparê deshilatê, neh mehan rawestiya taku hikûmet hate ragihandin.
Li Rojavayê Kurdistanê, Pyd, ya piştî…

Konê Reş

Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin,…

Cankurd

Qanatê Kurdo, bêguman jiyana xwe kir berdestiya neteweya Kurd, gelek sal û mehan xebat kir ji bo ziman, rêziman û wêjevaniya gelê xwe yê bindest û niştê xwe yê parçekirî, lew re berhemên wî wekî stûneke stûr in di binyada teviya zimanzanîn û wêjenasîna Kurdan de. Ev pirtûka herdu hêjayan: Dr. Husên Hebeş û Tosinê…

Qado Şêrîn

Min bi eşq dest bi
xwendina romana Şingalname ya Brahîm Yûsif kir. Min ji bo xwendina romanê sê
dan ji dema xwe terxan kiribû, taku giham rûpela 218an. Ya rast gerek bêjim ku
rûpelên dawî ez işkence dikirim, berî ku Daişiyên teres zerî û xatûnên Şingalê
işkence bikin, êdî li ba rûpela 218an rawestiyam û min nema dikarîbû…