February 2019

Xizan Șîlan

keda xwêdana eniya
kedkaran
êşa kul û birînên nehatî
kewandin

sebira pelweşiyayî
kaniya bêrîkirinên
miçiqî
bêxewiya şevistanên
dilteng
xewnên mişext bûyîn
dê bibin agirê roja vejînê
xemgîniyên rojên stewr
çirûskên stêrka asîmana
xemkêş
berfînên quntara çiyayên
stûxwar
xilmaşiya tava serê sibehê
dê bibin agirê roja vejînê
xwîna ji çavên dayikan
diniqutin
hêviya salên derengmayî
tovên gulgenimên
hişk bûyînî
wêneyên albûma bîranînên
rengmirî
dê bibin agirê roja vejînê
dîwarê hestên herifî
keştiya wijdanên
serûbin bûyî
temenê…

Senar – Mûsa Qulîkî Mîlan

Ez çûme Deryaya Sipî,
Min dît ku li perava wê;
Mirovahî xeniqiye!

Û perçeyek kezeba min,
Bi navê Alanê Kurdî;
Li ava sar herikiye!

Nizar Yosif

Diyariya nivîskar û helbestvan seyda Can Kurd ji me re şandî,diyariyek hêja û bê hempa ye, guvaşa heş û cefaya lêkolîn û lêveger û westandin ên wî ye. Pirtûka Gilgamêş û Mîr ê dest zêrîn( Xan ê lep zêrîn) û Gulyar.
Wî ji xwendina kambaxiyên bi serên gelê kurd û kurdistanê de hatin, û derbasbûyîn,…

Idrîs Hiso

Roja 08.02.2019 di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê simînarek wêjeyî bi navnîşana Nihênîkirina wateyan di helbesta erebî ya nûjen de, simînar ku ji aliyê nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amade kirin û hejmarek nivîskar, rojnamevan û helbest van li simînarê amade bûn hewiha hejmarek ji xwêner û…

Dr. NÛREDÎN ZAZA (Kurdê Nejibîrkirinê
1919–1988) JI ALIYÊ WEŞANXANEYA SÎTAVÊ VE HAT ÇAPKIRIN Pirtûka nivîskar Konê
Reş
ya ku li ser jiyan û têkoşîna Dr. Nûredîn Zaza nivîsiye ji aliyê
weşanxaneya me ve ji çapê re hate amadekirin. Pirtûka ku ji bo 100 saliya
jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza hatiye amadekirin niha li çapxanê ye û dê heta
çend rojên din…

Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, min ev pirtûk berhev kiriye. Min têde têkoşîniya wî, ked û xebata wî aniye ziman.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê…

Konê Reş

Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê…

Nizar Yosif

Em zarokên cengê ne
Virniyên serwer winda ne.
Ji landikan ve
Rondik li me bariyane,
Bi lorandin ên Dayan re
Efsaneyên* janan hatine xwendin,

Me giyanê mêraniyê wergirtiye,
Zehmetkêşî li ser eniya me nivîsiye
Bargiraniyê xwe li kermilên* me dîtiye.
Bi ritim ên cengê re hildibehin
Bi awazên Guleyan re dirazin
Û bê pêjinên wan hişyar in.
Ti sêwanên dostaniyê
em…

Mihemed Bengo

Çend qurmiçî, qeşmer û bêmirêsan du gotin li ser rûpelên Fêsbûkê nivîsandin û çend wêne pêre daxistin ketine wê xewnê ku bûne nivîskar û ragihêner , nizanin ku bi rastiya xwe ew ê berê ne netiştekin û nabin tiştek .
Ev qeşmer û qeşmerok , ev çend roj destpêkirine devdavên serokatiya herêma Kurdistanê , xwe…

Idrîs Hiso

Berdewam ez rojnameya Kurdistan ku zimanhalê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S)ê ye dixwînim, herwiha li gorî xwe beşdarî nivisandina mijarên wê dibim, di beşê Kurdî de.
Rojnameya Kurdistan-an go nîvmehnameya Kurdistan- her pazdeh rojan carekê hejmarek kaxezî belavdike û têde çalakî, helwêst û berhemên serkirde û endam û alîgirên rêbaz û siyaseta PDK-Sê û…