November 2018

Gulistan Awaz

Ez im ez…zarokeke Efrînî me
Zaroktiya winda me…ez
Zaroktiya ku bêwijdaniyan
li bin siya navê Xwedê
bi hovîtî..êşkence kirine…

Ez
Temenekî biҫûk û miştêş im
Temenê ku li nav zinar û newalan
Li ser rêҫa penaberiyê
Û li dûrî bêhna aramiyê
Roniya cîhaneke qirêj dîtiye..

Ez
Girnijîna keserekî têrnalîn im..ez
Girnijîna ku bi ҫavine şil
Li ser dêmine şor û terikandî
bi melûlî bişkuviye û jiyan naskiriye…

Ez
Zaroka…

Hejmara 75 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin . Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin .
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Bibîranîna navdarên welat erkekî netewî ye… Boniye Cegerxwîn
Nerîn…

Gurkan Elhac

Tu zanî dil birîndar e
Newêrim bêm tu dermanî

Beharî tu mi zinhar e
Tere bêjim gulek kanî


Şêrîn xewnî ji şûnwar e
Te nabînim keça Waոî

Dizanim tu ji golê tê
Neçarim bêm tu leylanî

Nefes nabim ji kerba re
Sirek bayî ji zozanî

Tihin naçê bi çava re
Tu Şilnakî beyabanî

Kel û germa bi awra re
Nebin arek tu perwanî

Nebin tavek bi ewra re
Lehî…

Evîn Şikakî

Ji destpêka dagirîkirina herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û heta niha kiryarên kuştin, revandin, girtina welatiyên sivîl, dizî, destdanîna li ser mulk û malên xelkê, herwiha şewitandina dar û daristanên Efrînê berdewam e. Ev yek li aliyekê ve, ji aliyeke din ve…

Bavê Zozanê

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê dûr e. Çemekî piçûk têde…

Narîn Omer
Helbestek ji zarokên kurdan û cîhanê re

Mezinên me yên rêzdar
me rêstine çend biryar
Guh bidine banga me
ewe firyad û hawar

Bese lalvav û gazin
em aştiyê dixwazin
Bi aram û hedanîn
em…

Konê Reş

Ezbenî! Ji ber ku min li gor hêza xwe, baş kar û xebat di ber kultura xwe ya kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re bînim ziman:
Belê ezbenî! Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deştên xwe ve;…

Senar – Mûsa Qulîkî Mîlan
Têran 05/11/2008

Ev bû heftê û sê caran,
Ku tofanê derî kuta.

Di nav wê tofana reş da,
Nav girnijîna Daêş da,
Dil mîna kevoka girtî,
Di hundurê defa sîng da,
Lêdixist û dipirpitî;
Û şerefa xwe diparast.

Di nava lepên Daêş da,
Ew hurçên nava geliyan,
Û ew gurên serê çiyan,
Di halê me da digiryan!

Em beziyan çol û çiyan,
Dayîk û bavikên…

Roja 13.11.1960
Namî dibêje: Hin bi hin pêtên agir dijwar û bilindtir dibûn, rengê şîpa aş di derî, kulek û penceran re tavêtin. Kesî nema dikarî bû nêzîk bibe, yên dihatin, didîtin ko agir bi vî rengî ye, naçar disekinîn, mîna Zerdeştiyan li dor agir diçûn û dihatin û didîtin bê çawa pêlên agirê sor û…

Tengezar Marînî

Binere
An nenere
Dergehek vekirî
Dergehek girtî
Yek tê
Yek diçe
Yê siyan bendewar e

Ew tê
Yê din diçe
Ez..
Bendewar im
Do tên
Yek diçe
Yek tê
Do diçin
Ez têm
Dergeh girtî ye
Dergeh vekirî ye
Do û Ez
Diçin û tên
Kurdistan
Urdistank
Rdistanku
Distankur
Istankurd
Stankurdi
Tankurdis
Ankurdist
Nkurdista