April 2018

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şaxê Ewrupayê
Agahî
Em hemû Efrînî ne
Di bin vî sernavî de HRRK ê şaxê Ewrupayê pêncemîn festîvala çand û hunerê ya Rojava li Elmanyayê lidardixîne
Helbest – Çîrok – Şano
Wê hemû berhem tenê bi kurdî bêne xwendin.
Vexwendin ji bo her kesî ye
Dîrok: 08.04.2018
Navnîşan: Gathe 6, 42107 Wuppertal

HRRK ê Şaxê Ewrupayê
Komîta Ragihandinê

Diyaî giyanê pakrewana leheng, Barîn Kobanê
Lewend Dalînî

Roja giyanê te weke xunafeke sibehane
Çiyayê Kurmênc di radimûst, û hînik dikir,
Bihnokeke ji Binefș û Sosinên zozanê Şerefdînê
Bi rewanetir dida?
Û di asteke Firîștanî de di rêst

Lêpêçana mijeke buhiștî,
Bi semaya pêlên tîrêja awirê çavên tey lehengî re dibûne awazek,
Weke Simfonîyeke Yezdanî di hate ristin,
Û di bin…

Hejmara 68 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê
Nivîsara sereke:
– Kurd û balindeyê fonîks/ Mizgîn Hesko.
– Efrîn nakeve, teknaçe/ Boniye Cegerxwîn.
Nerîn…