November 26, 2017

Nizar Yosif

Havîne
Dibin kol* a bendemanê de
Tav dilopan ji cênîkan dipekîne
Tebax hîviyên lezgîn
Di hundir de dikelîne
Zarok bi siha kawîşeyan* re ditevizin.

Bendewara malxwê
Ji amadekariya civanê re
Di lorîne
Gewrî ji îskên kesran dixetime
Rondik û îsk janên dûrbînê di nermijînin
Evîn a ku rêncber dişûn de honandî
Bi şox a xwe sîm dike
Kelbûna hestan dipijîne
Dike yê razanê…



Rêzan Mustafa

Li rê qetand sol û pêlav
Rojê hezaran gav bi gav
Diavêje deng daye nav
Geregundê ji dê û bav

Geregundê hejmart-pîva
Rêk û peyarêkên şeva
Teman borand der û li va
Bi ev tevger, bi ev liva

Liva karê wê giran e
Derd û kul tev li cîran e
Bi vê dem jî li dêran e
Geregundê li cîran e

Ne dawiya peyva wan tê
Wek…

Şêrzad Zeynelabidîn

Evro bi erebî , me nahêt helbest
Ji bo te yarê , kurdî ye elqest
Da bikem behsê , vê nazenînê
Evê Sitî yê , Leyla û Zînê

Çawa li pawîz ê , şeva min geşkir
Çavê neyara , wê tijî heş kir
Stêra dibînim , pirşeng û geş tir
Tama jiyanê , sed cara xweş tir
Şev li min kire…