May 2017

Hoşeng
OSÊ


Lêborîn helwesteke şaristanî û rawiştiye. Eger mirov şaşîtî,
kêmasî yan jî tawanan kiribe, ne tiştekî xerab û pîs e, mirov lêborîna xwe
bixwaze. Lêborîn, hest û helwesta mirov bilind dike û tu carî kesayetiya mirov
nizm û kêm nake. Dewlet yan sazî yan kesayet… hwd, dema li xwe vedigerin û li
şaşîtiyê xwe mikur tên, lêborîna xwe dixwazin. Amerîka…

Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên
mamoste Konê Reş zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geşt û Serdanên Min)
e. Konê Reş di vê pirtûkê de geştên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê
bi firehî şirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî
nivîsandiye..
Di pêşgotina xwe…

Laleş zerdo

Hûn talan dikin
Hiş
Mejî
Ken
Hezkirin
û
Rehên Dil ji kok ve radikin

hûn talan dikin
Welat
Milet
Dîrok
Hêvî
daxwaz
û
têkilîyên Civakî di Çilê-çilde
li Aşê bêhişîyê dixînin hûrdikin û
li ber Bayekî Kur didêrin
erê….
hûn talan dikin
Zarok
Raman
Zanîn
wargehan kavil dikin
û
di Qulên Gornepaşan re
wan derbas dikin
di himbêza çewtiya xwede de

Merwan Berekat

Di berîkên vî çiyayê de xewnên dêpîran li ser
balgiyê keserê paldane, û di hemêza şikeftên Niyandirtalan de vedenga dîrokeke
dêrîn dilorîne….
Siha xwedêwendên bê perestgeh li peravên kanî û
çeman çogvedane, û dengê Eştiyax di navbera erd û ezmên de, bi keserekê ve
aliqiye…
Di navika sirt û zinarên vî welatî de, kilkila
hêrsên Diyako ye, û hîrhîra hespên Alalaxiyan…

Vejîna Kurd

Rojê bersiva xwe ji pirsên avahiyên bêdeng û bajarê xulmaşbûyî re dadimalî, û şevê
hêdî hêdî konê xwe yê tarî vedigirt. Di odeyeke biçûk de ku tenê textek, masek,
du piyal û çar dîwarên tazî dinalîn, Şiyarê bîstûçar salî xwe li ser têxt dirêj
kiribû û bi piyala êşên temendirêj diponijî. Di xwelîdankeke hesinî de termên
cixareyên rêzkirî…

Majêd A
Mihemed


Di Perçe
wêneya rojê de
Tu ne mîna kevokên
şaristaniyê
kedî bû
ne jî ew hovê çola bû
na tu ne yekser ji xunava geşiyê çêbibû
ne jî ew bi tenha xwa
ji hêrsa bejatiyê peyda bibû

li ber çavên niçîrvanê qedera xembarbûn e ajelên gelkî zîrek û harsibe çû êvar hatlê armanca hestan bicî nehatû hîn li benda te mayî neçar…

Bi çavdêriya HRRK ê Şaxê
Ewrupayê û Zanîngeha bajarê Münster ê Di 23.05.2017an de, li bajarê
Münster a Elmanî semînarek
bi navê: Beşek ji
Kultur û kevnetora rojavayê kurdistanê lidarket.
Semînar ji hêla Alan Pîrê ve hate pêşkêşkirin, herwisa wêneyên gund,
navçe û herêmên rojavayê kurdistanê di vê semînarê de hebûn.

Mebest û naveroka vê çalakiyê ew bû ku çawa kurd li…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Dîrokzan Şeref Xan Bedlîsî (Destpêkên ramana netewî
Kurdistanî)

Bîriya Kurdistanî:
Hişyariya netewî du rûdawên sereke hene:
1. Ageha netewî: Ew jî rûdawa hestewrî xweberî ya mêldariya bi ser
miletekî de, û berhema jibermayên netewî ye (resenî, rêwresm, wêjeya gelêrî,
muzîk, stiran, cil û berg û hwd).

2. Ramana netewî: Di qoziya lêkolîn û tûjandin û berwirde û nirxandinê re, tê…

Komîta xelata torevanê kurd Dr. Ebdulrehman Alûcî biryar daye,
ku vê xelatê cara yekê bidin helbestvanê kurd ê mezin Ferhadê Icmo, ji ber keda
wî ya dahênanî ku di ber tore, çand û zimanê gelê xwe kiriye.
Komîta xelatê helbestvan Ferhadê Icmo pîroz dike û tenderûstiyeke baş jê re
dixwaze.
Ji endamên xelatê
Omran Elî
Berpirsê xelatê
M. Seîd Alûcî

Yekîtiya giştî a Nivîskar…

Konê Reş

Di destpêka çerxê 20an û vir de,
civaka xelkên beriya Mêrdînê civakek koçerî bû. Hêj şaristaniya akincîbûnê cihê
xwe di nav xelkên wê de ne girtibû, ji bilî wan çend gundên dora rêka hevirmêş
(Ipek Yul), yên ku ji sedê salan ve bi rûniştvanên xwe dagirtî bûn. Havînan
xelkên beriya Mêrdînê bi dûv çêra sewal û tarişê…