April 2017

Vejîna
Kurd

Di
civaka Kurdî de têgeha “jin” herdem bi jiyanê ve hatiya girêdan, ji
ber ku jin sembola afirandina jiyanê û berdewamiya regeza mirovahiyê ye, lewra
ew gelek pîroz tên dîtin. Birastî ez naxwezim li ser vê babetê pir rawestim, lê
dixwezim pisekê bikin: Ma gelo eger Xwedê jinek ji anîna zarokan bê par hîştibe,
çima civak bi tevahî bi çavê…

Konê Reş

Di baweriya min de helbestvanî ne tenê
rêzkirina gotina ye. Helbestvanî nameye; nîvişkê gotina ye.. Hevîrtirşê civakê
ye..
Ji
berî du salan ve, min Can Îbrahîm naskiriye, cara caran helbestên xwe ji min re
dixwîne, li gor serwextiya xwe, ez bi guhdariya helbestên wî re kêfxweş dibim..
Nûbûnê di helbestên wî de dibînim.. Dibînim ku semyenekî wî ji peyvên…

Konê Reş

Bi helkeftina derbasbûna 119 salan di ser roja
rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2017an de destpê dike, bi min xweş
e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber
çavan.. Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
Kovara Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979…

Hejmara 59 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs
û berhemên cûrbecûrin…
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar,
Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Çîrok, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di
vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê
Nerîn û Gotar:
Hêza olî di Rojhilata navîn de/Rindê Çeçan
…..
Hêlîna kurdî/ Boniye Cegerxwîn ..

Kurd û…

Konê Reş

Hemza begê Miksî (Hemza Beg kurê Hacî Bekir)
qehermanekî pêşeng bû di nav gelê kurd de. Eger navê vî lehengî hinekî di nav
tariya salan de mabe jî, lê her ew wek zêrê zer e, çendîn sal di ser navê wî re
derbas bin, navê wî nayê zingar kirin, her û her wê navê wî bi…

Dr.
Ehmed Xelîl

Werger:
Heyder Omer


Du boçûnên hevdij: Hevpeymana Osmanî – Kurdî, û rola Mela Idrîs
rastî nakokiya kurdî dibe:
1.Boçûna dijberan: Xewdiyên vê boçûnê weha dibînin, ku Mela Idrîs
destekekî Osmanî bû, bi vê hevpeymanê karmendiya miltê Kurd nekiriye, lê
karmendê dewleta Osmanî û rêbaz ayînî sunne bûye, da ku mal û mewalan û cîgehên
bilind li ba dewleta Osmanî werbigire, di…

Konê Reş

Di rojbûna Arjen
Arî, yekê Nîsanê derew nekir û rastgo bû.. Têde zayîna Arjen Arî xwe diyar û ew
bû dengê Diyarbekir..
Erê, Arjen biharek
rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê
me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin û xweş ziman ji talanên neyaran parast..

Arjen Arî; hevalê min bû…..