September 2016

Di bin navê
Helbestên me giyanê pakrewanan zindî dikin))
bi boneya derbasbûna çil rojî di ser komkujiya taxa
Xerbî li bajarê Qamişlo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya mehrecanek
helbestî li hola kongiran ya partiya Pêşverû li darxist. Hêjaye gotinê ku
hijmarek gewre ji helbestvanan li hinder
û derveyî welat beşdarî vê çalakiyê bûn û her wiha rewşenbîr û nivîskar û
rêxistinin civaka sivîl…

Desteya Sernivîser

Nezanîn, ezezî û lihevnekirin nexweşiyên civakê yên
herî mezin in, lewre tu kes nikare civakeke azad, nûjen û pêşketî ava bike eger
mirovên wê civakê ji wan nexweşiyan rizgar nebin.

Îro civaka kurdî di qonaxeke pir hestewar re derbas
dibe, û derfetên zêrîn li pêş me hene ku em ji bindestiyê rizgar bibin û ala
xwe bilind rakin,…



Senar- Mûsa Qulîkî Mîlan



Têhran 1376


Rojekê qijika xemsar,
Wiha dikire qareqar:
Bilbilê hêja yî dengbêj,
Li nava qefesa xwînrêj,
Serbestiyê
xewn dibîne!

Hela ware vê ecêbê,Ew ê reben û belengaz,Çi xewnê li ku dibîne! Min jî wiha lêvegerand:Ahay qijika laşexwar!Here dû xwarina mirdar!Bes e tu bikî qareqar! Eger ew bi lingan qeyd e,Eger bi zincîr û bend e,Lê tu qet ber xwe nekeve;Çûnkî…

Weşanxane wiha dibêje:
(Vê carê me ji kaniya ziman û edebiyat û bi
giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî
Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên
folklorê amade kir: Şîretbêj. Berî vê berhevokê bi navê Stranvan me berhevokeke
din çap kiribû, bi Şîretbêj re kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî
Bedirxan; Hawar…

Senar-Mûsa Qulîkî Mîlan.. Tehran
1381


Demsala bihareka têr û tijî û bi xêr
û bêr bû. Baran bi berdevamî dibarî. Xûlexûla avîên çeman bûn dikişiyan û
hawirdor bi xwe re dihejandin. Keriyên minminîkên perbelek li peravan
difiriyan. Çol û çiyan, best û beyaran, mêrg û çîmenan kirasekî kesk
xwekiribûn. Fîtefîta bilbilan û nalenala şalûlan û popepopa pepûkan bûn bi tevî
firindeyên mayîn…

Desteya sernivîser*

Piştî ku Encumena Leşgerî ya Minbicê, bi alîkariya Hêzên
Sûrya Demokrat HSD û Hevbendiya Navdewletî, bajarê Minbic û derdora wê ji hêzên
Dewleta Îsalmî(Daiş) rizgar kirin, Erdoxanê “birîndar“, û wekî ku (marekî pê
dada), li roja 24ê miha Gelewêjê, bi dehan tang, ligel hezaran leşgerên tirk û
hin çekdarên tundrew yên rikberiya Sûrî, di sînorê Sûryê derbas navça…

Dr. Ehmed Xelîl
Werger: Heyder Omer

Dergeh:
Kaşî beşekî
pêşiyên Kurd in, (Kassî, Kassît)jî ji
wan re tê gotin. Ew li gorî navê Xwedayê xwe niştimanî (Kaş/Kaşo) ango (Birêz) hatine
naskirin, û ewana Arî Zagrosî ne, û nişteciyên beşê navend ê ҫiyayê Zagros
(Luristan) in, û li ba dîroknivîsan, bi ser gelên arî de tên jimartin.
Derdora sala
(1531 b. z) Kaşiyan dest dan…

Konê
Reş


Qamişlo! Tu bajarekî awarte
ye.
Awarteye bi her tiştên xwe; bi
desthilata rêjîmê û xelkên xwe.. Bi aqilmend û dînên xwe.. Bi rind, xerab û
Bekoyên xwe.. Bi kurdperwer û kurdfiroşên xwe.. Bi bilindbûna çiyayê Bagokê û Çiyayê
Omeriyan ji bakur ve û firehbûna Beriya Mêrdînê û Deşta Xelef Axa ji başûr ve..
Bi havînên gerim û zivistanên sar..

Ji kaniyên…

Mihemedê Seyid Husên

Di helkefta xweşwaniya 40 rojiya nemirên
felaketa komkujiya Qamişlo de, bi taybetî vê wêjenivîsa xembar bo Yekîtiya
nîviskarên Kurdistan li gel rêz û silavan dişînim.

Vame ez: ji dara beriwê me,
sabûna şînok û qizwana me, ji nav pencên dêwên dirinde felat bûme, ji dîroka
nefretê hatime, pizika ser zimanim, nifira qederê me, Mîdî me, ji…

Nizar Yosif

Ji kederê
Sancên dirêj
Di demên kurt de
Paşhestên min
Peyama te
di bînahiya melûl de
li ber mijankên kuh danî
Wek heskirina wênegir

Ji lewendiya dîmenan
re
Çavên tirsê
ji xwedawenên şoxê
Ji roniyê
Bi lewazî dil dagere
Bi be reben li ber
Sihê

Min şiyaDi peyamê deJi nazikiyêGerma perê Peyvên qelewHevokên Tablûyê te Bi wê tirsê ve kûr bikevimêÛ min nikarî jê birevimPerdeya esmanan…