June 8, 2016

Nizar Yosif

Hevpişt ê jiyana min
Siwarê pesnan
Sade
Ter dikirin xewnên
bixwezî
Bi pêlpakiya canan re
Bawerî di çavan de
diçirisî
Kevir li pêşiyê di
bûn teraf
Girêdayî ma berevanê
tewlê
Bendeman ê sozan
Ǜ piştiyên xwe

Ji rojên bê aramî
Diweste
Hîviyên gulgulî
Bi rûdanan re veguherîn
Zivêr bî ji giyanê xwe
Doşeka rehetiya şevê
Berda
Gêjiya rêwîtiyê …

Ekkaş Xelîl

Roja yekem
roja min tu dît
stêrekek di esîmanê
min de… çirisî
û dil de gulek
pişkivî.

Roja duyem
roja hevdîtinê
biharek bû
li dil
heyv mêvanê stêrkê
civat li dar xist
di bêdengîya şevan de
hestan xwe têkelî hev kirin
û dildankê de
gulek din vebû.
Roja sêyem
Bayê hênik
xwe li ariyê girt..
Pêt
tazî bûn … sor bûn